eger to bawkî xotit xoş ewê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  878 Dîtin
eger to bawkî xotit xoş ewê
cwên mede, newek cwênî berkewê
ke êşî derzît bêtewe berçaw
sûjin be xełka nakey naḧsaw
mirdû ke şeytan yexey berdawe
herçî cinêwî pêda bednawe!
nwêj be qeza bû degêřrêtewe
suḧbetî yaran, çû, debřêtewe
ewey ḧeqnase û be ḧeq řazîye
çi îḧtyacî be şa û qazîye
zirêy zanînit ke kirde berit
tacî edebîş binêre serit
dił awêne bê řûnak enwênê
agadarî be jeng hełnehênê
le ah û nizay mezłûm bitirse
ahî çend małî řûxand, bipirse
lewe bitirse le xwa natirsê!!
dem menêre dem eble û nakesê
bizane gewher çon be berd eşkê
merekebî řeş pêta elkê
herçî be aẍa û be paşam fêre
ewende xoşe hetakû êre