ḧîkayeta nozdê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 6 Xulek  881 Dîtin

neqil diken ku dinêva ba jêrê betlîsNava taybetê mirovek hebûye, navî «çirkuNava taybet», jina wî jî ji gundêd «xelatê» ji gundê «tunusNava taybet»ê bûye, îcarê ji mala babê jinê, mirov hatne pê jina çirku guzel xatunê birîne mala babê çend řojekan mêwanyê, çirku bixiwe jî bitnê maye di mala xweda, îcarê çirku dibîne, ku jina wî guzel xatunNava taybet bidrengî bûy, nehat, ẍulamekî çirku cwan û ḧeramzade ji tayfa řeşkunanNava taybet hebûye, navî kirêtNava taybet, çirku dibêje ẍulamê xwe kirêt ku swar bibe û heře xatuna xwe bîne, kirêt jî swar dibe û tête telba guzel xatunê, ew gundê ku gozel xatun çûyê jî deh û pazde se’etan ji betlîsê dûr bûye, îcarê gozel xatun jî tidareka dike û swar dibe, digel kirêt herdû bi řya bajêrîda tên, lakîn biřêve kirêt dilê xwe li gozel xatunê xirab diketin û fesadê didlê xweda peyda diketin, herçend êreve pêda bi kînayet xeber didetin, gozel xatun fehim di ketin, fesada dilê wî, cewa bê nadetin, îcarê kirêt ḧeramzade xwe virda wêda gîru diketin ku şev biser wanda bêtin, êdî cebrî ẍereza xwe îcra biketin, kirêt car peya dibî û car ez sancu bûme, nexweşim dibêje, hêdî hêdî hespî dajûtin, herçend gozel xatun hîvî û ricayê diketin, ku kirêt direnge em êdî nagehne bajêřî lezê bike kirêt guhdarya gozel xatunê naketin, xulaseyê kelam ew ḧeramzade kirêt, gozel xatunê gîru û mijul diketin, roj avayê bi zorî di gehne deşta řeḧwayê, xanabaşxanê, ku hêja sê se’et bajêřê betlîsê di kêşe, êvar jî dibe, îcarê kirêt di bêje gozel xatunê, ku em dê îşeve livê xanê sakin bibîn û subeyê biçin, gozel xatun êdî naçarî li xanê di’êwrin û hespêd xwe girê diden û demekî di seknin, îcarê kirêt dibêje gozel xatunê, ku em dê îşeve livê xanê sakin bibîn û subeyê biçin, îcarê kirêt dibêje gozel xatunê, êdî hêçet fayde naketin û şerim navê, elbette to dê şula xirab digel min bikey, jwêve min to ḧetta şevê gîrukirî, û eger ne elbette ez dê te bikujim, herçende gozel xatun eman dad û firyad dibêje û lawahyan diketin, çare nabî, îcarê gozel xatunê kêreka fiřengî di kurkîda hebûye, ji xwe xana tarye, kêrê bi dizîkan ji kurkê xwe bidertîne û digre destê xwe jyalekîda jî dîsanê lawahyan li kirêtî diketin, ḧetta furset dibîntin û kêrê ji piřvel zengiluka kirêtî didetin û dikşîtin, zengilukê dibřîtin û kirêtî dikujîtin û temam diketin, êdî bixiwe jî naçarî li goşeyekê xanê sakin dibîtin, mêrê gozel xatunê çirku jî êvaran li bajêrî diçîte odeyeka meclisê ji boy mijulî qezana wê şevê, dwê meclisa çirku têda dibîte mebaḧsa camêrê û dilêrî û şeca’etê, îcarê dibîjin, ku divê şeva tarî û berqetav, herçî kesê cur’et biketin û swar bibe û biçte başxanê û nîşanekî da nîye nêva xanê û bişuve bêtin, em subeyê biçin ewî nîşanî ji xanê bînin, jwî kesî şecî’ tir kes nabî, em dê hinde şertî bidne wî mirovî, ev şerte di meclisêda muzakere dikirin, yekî go’ez diçim, paşî poşman bûyî, îcarê çirku kete şertî, ku belê çî heye ez diçim û nîşanî da nîne xanê û têm, hûn jî ji meclisê belav nebin ḧettanê ez vedgeřim, îcarê çirku řabûye hatye mala xwe û řatbêd xwe girêday, swar bûye û çûye xana başxanê, ku nîşanê dabne xanê û vegeřêytin, weku çirku tête berderê xanê û peya dibîtin ku bête hinduřî xanê û nîşanî danîtin, gozel xatun seha pêjnê di ketin ditirse, ku ’eceba vê şevê nîv şevê, eve ḧeramî bi wirê ber bin, evne çine, sakin dibe û guhdarî dike, ku swareke hate derê xanê û peyabûy, hesp didsitîda kêşaye û hate nêva xanê, gozel xatûn evê hatna swarî nêva xanê dibîne, êdî zêdedtirse û bixiwe bixiwe dibêje, ku ez dê milekî vî laşeyê kirêtî bibiřim û pavêjme servî swarî, weku swar destê mirovan jêkirî dibîne, elbette ditirse û xewfê diketin, ji xanê biderdekevtin. îcarê gozel xatun milekî laşê kirêtî dibře û davêje semtê swarî, weku swar dibîne ku tiştek hat û liber pêdwî ketye ’erdî, swar xwar bûy û seh kir, çepîlkê mirovane, qedeng naketin, dizane ku dixanêda avahî heye, lakîn înse, cinne, çye, nizane, îcarê dîsanê çirku li goşey meger dixebte, ku nîşana xwe da çikîne û gozel xatun we guman di ke ev sware hespê xwe girê didetin, îcarê gozel xatun milekî dinê laşê kirêtî dîsanê dibřîtin û davête ser swarî, ku belku tîkirar bi tirsîne, swar dibîne ku dîsanê tirpên li nik wî hat, bidestê xwe seh diketin, ku belê eve jî çepîlkê mirovane, êdî dikete gazî, nê ez çirkuyê kîsanî me, ez weha bi çepîlan natirsim, tuxwe bigre ez bême nik te, em seha yeku du bikin, weku gozel xatun dengê mêrê xwe çirku dibhî û nas diketin, êdî diketin gazî ku çirku ez gozelim, êdî mêrujin têne bal yeku dû û çirku ji gozelê dipirse, ku eve çi ḧale, îcarê gozel eḧwalê ẍulamî, kirêtNava taybet ê ḧeramzade, weku bûy neqil diketin, û gozel jê pirsyar diketin, ku çewanê bû ku îşeve bêredahatî, ew jî çirku jî eḧwalê şertî dibêje, îcarê çirku û gozel heman bişev fîlḧal swar dibin û herdû milêd kirêtî jî jiboy nîşane tînin witêne bajêřî, řast swarî herdû jî dajûne ber derê cihê ku meclîsa beḧsa bûy dibînin, ku hêj mecils belav nebûy, muntezrî çirku ne, îcarê çirku digel gozelê herdû pêkve diçne nêva meclisê û herdû çepîlan jî davêjne ma beynê, êdî ehlê meclisê pirsyar diken ku eve çi eḧwale, êdî çirku qisseyê weku bûy, macerayê neqil diketin, ehlê meclisê û belke kafeyê wan etrafan, aferîn û teḧsînyê ji boy pakî û paqjya gozelê û cur’et û cesareta gozelê diken, aferîn sed aferîn ji boy jinêd we niře şêrîn, lew řanê fî alwaqi’ ew xanne zêde mehîb û bi tirsin, yanî bi rojê mirov bitnê li wan xanan ditirsîtin, bark alilhErebî ji boy gozelê, wê cesaretê û paqjyê..