ḧîkayeta şeşê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 3 Xulek  884 Dîtin

di weqtê ḧikumeta îbrahîm paşaNava taybet li bayezîdNava taybetê, ji aẍayêd wê derê mirovekê dewlet duşkunî hebû, pîr û ḧeftê salî bê ḧal, navê wî îsma’îl aẍaNava taybet digotin, her carnan diçe nik îbrahîm paşaNava taybet û eḧwala xwe îfade dike. paşa zaf û hindik didetewî, řojekê dîsanê îsma’îl aẍaNava taybet diçte nik îbrahîm paşaNava taybet û xercî yekî dixiweze, paşa dibêje wî, ku îruke pare ḧazir nînin, guh nade îsma’îl aẍay, ewjî jivî xeberî sil dibe û tête mala xwe kitek debance hebûye, tijî dike û hindekê barut û gulle danîne kurka xwe, û xencera xwe diber pişta xwe řadke, meger merama wî kuştina îbrahîm paşa bûye, ku çiřanê îcarê xercî nedaye min, ewî îsma’îl aẍay jineke pîr û kuřeke deh dwanze salî hebû, îsma’îl aẍa tidareka xwe dirust dike, îcarê dibêje jina xwe, ku řabe kuřê xwe bibe û heře mala şêx îbrahîm, îcarê jinê gutîye, ku ji boy çi em biçîne mala şêxî, îsma’îl dibêje, ew ucaẍe, hûn biçne wê derê, îruke şuleke min heye, belku dirist bibe, jin û kuř diçne mala şêxî, wê rojê jî řoja eynî bûye, ku paşa û xelq ḧemu jiboy nimêja eynî têne mizgeftê, weqtê selayê, îsma’îl aẍa debanceyê dibin binîşê dikete ber pişta xwe û xencerê jî dikete ber pişta xwe û diçne mizgeftê û liser řya îbrahîm paşa nêzukî řutne, paşa û xelq jî têne mizgeftê û nimêja înî diken û xilas dibin, xelq biř biř bider dikevin, îsma’îl aẍa dernakeve, wekî paşa têtin, ku jink îsma’îl aẍa biburît û biderkevît, îsma’îl aẍa debanceyê didete tenişta îbrahîm paşay û agir diketin, ku li şala pişta paşay dikevît û dibure, ji ser perasûyan li royê çermî diçe û derbaz dibe, digel paşay çil pênceh ẍulaman hebûn, îcarê îsma’îl aẍaNava taybet difekire ku paşa bi gulleyê neket, dide xencerê ku rê ve dike, îbrahîm paşa ku bi xencerê bikuje, u ẍulam xwe davê nîva paşay û îsma’îl aẍa, yekî duwan ji wan jî birîndar dike, û ewan çil pênceh ẍulaman dinêva mizgeftê da piřan piřan dike, çunku ew îsma’îl pîru ḧeftê salî bû, îcarê pê li seccadeyekê di ale û dikeve, îcarê ẍulam gehane ser wî, êdî mecala řabûnê nedayê, dayne ber xenceran, dinîva mizgeftê da kuştin û biderve der anîn, u leşê wî bi’agirî sûtin, û îbrahîm paşa jî birîndar bû, mîqdarî dû mehan mu’alece kirin û sax bû, u jin û kořê wî jî ji bajêřî serkut kirin û dû sê pismamêd wî hebûn, bi ẍeyrî ḧeq girtin û kuştin û mal û xanyêd wan xirab kirin, tayfeyêd ekiradan webê ’eqiln, du mahya şula mulaḧeze naken, her çi bête ’eqlê wan, îlla diken, mêr bin û jin û zařok, û diẍema wanda nînin..