ḧîkayeta çarê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 5 Xulek  1050 Dîtin

mîrzuyê reşî hebû, ji tayfeyêd êzdyêd wanê bû, lakîn qewî diz û ḧeramzade, ewî bixiwe neqil dikir, ke ez digel yekê selmasNava taybety binavê «memed», bûyne bira û dost, daym ez diçûm ji etrafan dizî dikirin û ḧeywan û mal bi şev tîna selmasNava taybetê mala destebrakê xweyê memed û dû şev û sê şev li mala memedî dimam, îcarê memedî ew mal û ḧeywanêd dizî dibre xoyNava taybet û urmîNava taybetê wan diran, difrotin û biha’êd wan di’anîn, behreyekê diravî didaye min û behreyek jî ji boy xwe heldigirtin, weha bivî terzî şeş ḧefit salekan me destebrayî digel yek û du kirin, û qewî dost û aşna bûyn, paşî carekê ez çûme kinarê tebrêzNava taybetê, bi şev nêzukî bajêrî, ji qafleyê bişuvemayî, ḧacîyek tucar, digel sê barê hêstiran qumaş ji karwanî hindekê dûr diçît, min xwe liserê řê weku miryan dirêj kir, weku hêstir nêzukî min bûyn, hêj şev û tarî bû, ji min vecniqîn û tucarê ku liser barekî swar bû, ji hêstirê kete ’erdî, êdî min eman û zeman nedayê, gehame ser tucarî û bîla muhlet bi řihan girt, ser jê kir, dichida hişt, her sê hêstir digel baran avřê kirî, hêdî min xwe havête niha lekê, û bi řojê dinwalada xwe veşartî, weku bûye şev tarî, min hêstir digel baran nêzukî subeyê, înaye derê mala dustê xwe memed û ez çûme ser kulkî, min hêdî gazî memedî kir, memed hatye derve, me bar înane xwarê û birne malê û hêstir kêşane tewêleyê, weku memedî ev hêstirane û barêt qumaşan dîtin, qewî şa bû, ’îzzet û îkirama min kirin, bi rojê ez jî dixanyekî xilwet řazam û hîsayî bûm, weku bûye şev memedî gote min ku mîrzu îcarê tu heřeşula xwe, lakîn ḧetta dû heyvan bi êreda meyê, lew řanê ev mal maleke zave, ḧetta ez difroşim, paş dû mehan were vêre behra xwe bibe, min got ku bilanê wesa be, ez çûme mala xwe, weku muddeyê dû mehan temam bûy, ez dîsanê bişev hatme ber derê memedî, min dît ewî jiboy xwe xanî nu û mezin bîna kirîne, min xwe bixiwe gut, ku wellahî memedî ji wan malê dizyê gelek dirav peyda kirîne, eve xane manî înşa kirîne, eve çend sal bû, ku ez dihatim û diçûm xanyê wî herweha bû, xulase, ez çûme serbanî berkolkî min gazî kir, ku memed memed were derî veke, êdî memedî cewaba min neda, dest bi çîřan kir, tiveng di destida hate ber derî û agir li min kir, kirîye hewar ku diz hatye mala min, êdî ez řevîm û cîran berhev bûn, ku diz hatye, ez jî řevîm û ji dûrve min xwe veşarî, paşî bi řojê min ji dûrve mirovek viřê kir û memed gazî nik xwe kir, memed hate nik min, me hevdû dît, û min gote memedî eve çi bû, ku bişev tebserê min îna, û te jiboy çi weha kir, memedî cewab daye, ku paşî te xweyê malî û hêstiran peyda bûye û zeḧmet daye min, xwe ḧemû sitandin û birin, êdî tiştek di dest minda nemaye, û paş niha dostya min û te êdî nîne, bi bal minve meyê, eger êdî carekî din to bêy selmasNava taybetê, ez dê bêjim eve dize û te bideme girtin, herçende min lawahî memedî kir, ku însaf bike ji hinde malî tiştekî bide min, memedî çîřê min kir, ez qořandim, paş min ji cîranêd wî bi xef pirsyara ḧalê memedî kir, gotne min wellahî ew nizanin, ji kî derêye memed qewî xweyî mal û ḧal bûye, û jiboy xwe xaneman ji nove bîna kirîne û aşek jiboy xwe kiřîye, û niha qewî xweşḧal bûye, meger memedî ew mal û êstir birîne teflîsNava taybetê û firutîne û zav dirav înaye û bi ḧîle ev şule digel min kirîye, ku ewî malî bitnê bixiwet û nedete min, êdî ez naçar bûy bişuve hatme mala xwe, lakîn derdê memed maye di dilê minda, ḧetta ku sefera řomê û îranê qewmî û bûye dijminayî, îcarê min şevekê çil swarêd «řeşî» bihev xistin, ez bûme beled û min înaye kinarê selmasNava taybetê nîva şevê dûr avahî, em ji hespan peya bûyn û deh mirov li nik hespan may, min sê mirov înane dewra mala memedî, ez mala wî beled bûm, ji kolkî peya bûm û min derî vekir, em çûyne nîva malê û min memed û jin û zarok girtin, memed dibêje eman mîrzu min kirîye tumeke, eman herçî ku mal heyî bibe min nekuje, min guhdarî nekir û serê memedî jê kir û herçî mal û eşya hebûn talan kir û înay, bişuve hatin û min jiboy ḧeyfa memedî, ew mal û talan li wan swaran parve kirin, da ḧeyfa min jiboy memedî nemîne..