yaney serkewtin

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 2 Xulek  926 Dîtin
«yaney serkewtin» ke «nadî» nawe
le şarî beẍdaCih bîna kirawe
banî em yaneş me’rûf cyawikNava taybete
ke bo qewmî xoy اەلحەقErebî bawke
le saḧey se’ya aza û des û bird
«muşar aylye» goy sebqetî bird
ře’îs û řuknî em yane berze
çunke ho naken le şêrî şerze
eger ewyane û eger emyane
xwa serberzyan ka e’zay em yane
legeł sikirtêr ke ewřeḧmane
ew ewřeḧmaney ke nûrî cane
weten periste û xadîmî kurde
le hemû ’îlma şareza û wirde
ger ew te’rîxeş nazanî çye!?...
sałî mîladî nosed û sîye
ẍayey nadîman bo em kurdane
biławkirdinewey ’îlim û ’îrfane
wek exlaq, edeb, te’rîx, cuẍrafî
legeł yekyetî be diłêkî safî
wekû be kurdî dananî luẍat
wek teşcî’ kirdin leser mesnû’at
bo kitêb danan legeł terceme
herçend têkoşîn hêşta her keme
le musa’edey telebey feqîr
tikaman waye hîç nekeyn teqsîr
qutabî zîrek binêrîn awa
bo wiłatî dûr yanê řoj’awa
emca yarmetî û jînî em yane
le mîlletî kurd zor hîwamane
çunke pêwîste bikirê serfî mał
çi bo îstîqbał, çi bo îstîqlal
îtir her bijî lawanî weten
yanê awa bê bawanî weten!