kabrayekî kurd le kabrayekî goranî pirsî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 6)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  913 Dîtin

kabrayekî kurd le kabrayekî goranî pirsî ke fêrî ker ganîy bika, ewîş witî: «bira! gurîsêk, berdaşêk, awêneyek, ḧeyzebûnḧeyzebûn pîrêjneêk û dû kîsełit ewê» witî: hey, hey emane bo çî?! witî: gurîseke bo serêkî bibestî be bin kilkî kerekewe, serekey tirî bibestî berdaşekewe û beser piştya hełgêřêtewe lay milyewe bo ewe qursayî berdaşeke kilkekey hełgêřêtewe awênekeş bo ewe ḧeyzebuneke le ber dem kerekeda řawestê û awêneke bixeyte ser piştî û řûy bikeyte xot hem bo ewe eger yekê le piştewe hat to çawit lê bê, û hem eweş ḧeyzebûneke yadêkî serdemî bukênî xwî bikatewe. dû kîsełekeş bo ewe byanxeyte jêr pêt, weşe weş biken kereke buwestê, eger hat û řoyştîş eman le gełî biçin be řêda û to bo xot hîç nebzûytewe be řeḧetî bitwanî îşî xot bikey.