cûlekeyek hebû le sabłax şelemoy naw...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
647 Dîtin
cûlekeyek hebû le sabłax şelemoy naw bû, kiçêkî hebû dabûy be şû, le lay cûleke ke kiç dira be şû ebê pareyekî baş bixrête tekî, şelemo dûsed timenî xistibuwe tek kiçekey. şewê kabray zawa ne’eçuwe perde, eyut dûsed timenî çîye xistûyanete tekî? be naçarî be şelemoyan wit, şelemo be tûřeyyewe hat bo małî zawa û pêy wit: «hey segî segbab! min kiçêkî çwarde sałem be dûsed timenewe pê dawî û ełêm bîgê, keçî to naygêyt. de were to sed timen be min bide heta min xot û heç xizim û ’eşîretêk heye hemûtan bigêm».