diłim bo zułf û řûy canane egrî

Li pirtûka:
Dîwanî Bêxud
Berhema:
Bêxud (1879-1955)
 1 Xulek  3458 Dîtin
diłim bo zułf û řûy canane egrî
minałe û bo guł û řêḧane egrî
çira îmşew ke wa firmêsk eřêjê
ełêy her bo minî perwane egrî
eka şabaşî kê deryayî dîdem
ke çeşnî gewherî yekdane egrî?
çîye pîrî dił îmşew wek ’ereq xor
le kuncî tekye bo meyxane egrî
şewê bê zułfî ew mehpare ta řoj
diłim bo sîneçakî şane egrî
ẍezałî min eger satê nebînê
byaban quř epêwê, lane egrî
kewan’ebro, be tîẍî ẍemze takey
le cergim bê guneh nîşane egrî!
le bezmêka ke saqî çawî to bê
mey eřjê, dił eçê, peymane egrî
be yadî newbeharî řûyî toye
ke çawim hewrî zistanane egrî
bira ta nebye toz û gerdî ber pêy
be zeḧmet çakî ew damane egrî
le diłta gencî yadî kêye bêxudNasnava edebî
ke îmşew nobetî wêrane egrî