baqî aẍa hebû ře’îsî beledyey kerkûk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  625 Dîtin

baqî aẍa hebû ře’îsî beledyey kerkûk bû, beledye çend gwêdrêjêkî hebû bo xołkêşanî naw şar. aẍa eçête lay kurtan dûrêk kurtanyan bo dirust bika. be kurtandûreke ełê: kuře! wa nezanî bo yekêkî tirî dirust ekey ebê zor çak agat le xo bê, ewe bizanî ke bo minî dirust ekeyt! kurtandûrîş ełê: qurban hîç diłit çekere neka, beserî to eger lewane nebû ke bo xot dirust kirabê bîderewe be serma! ewîş ełê: ’am ferîm.