carêk meḧmûd paşa le hozî ’emełe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  765 Dîtin

carêk meḧmûd paşa le hozî «’emełe» tûře bû, hanî da çwarsed swarêk le «pişt małî» û «terxanî» çûn, sê çwar komaryan le ’emełe tałan kird û hemû tałanekeyan hênaye małî paşa - ke ew wexte pêyan ewt małe gewre, le gwê zełim û tance řo, wate le «dû’awan» hełîdabû - ’emelekan çûn penayan bo çend kwêxayek bird û hênayanin bo tika bo lay paşa, paşa leser tikay ewan witî: tałanekeyan bidenewe, her kes małatî xoy daye pêş û řoyşit. meger «’ewlḧemî» nawêk nêrekerêkî dyar nebû, dû sê car çuwe xizmet paşa daway kirdewe, paşaş witî: be xwa min nazanim biço naw tałaneke bigeřê bo xot bîdozerewe.

lewlawe hawełekanî tałanyan dabuwe pêş û eřoyştinewe, lew berî awî zełmewe yekê bangî kird: ho, ho, ho, ’ewlḧemî, ’ewlḧemî, ’ewlḧemî, ’ewlḧemîş her le naw dewarî dîwexanekey paşada - ke be pêwe řawestabû - be dengêkî qaym witî: ho bełê, ho bełê, ho bełê. kabra bangî kird û witî: bêweřêwe, bêweřêwe, bo çî wêstagî? ’ewlḧemîş witî: kuře bêjim çî kuçkî toy lê newarê, nêreker kewem mage, paşa naçête jêrî, naçête jêřî - paşa bangî ’elî begî kuřî eka ełê: řołe biço kerêk bide bem segbabe ba nemxate jêr nêrekerekewe.