kabrayekî kurd le dewrî turkana egîrê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  803 Dîtin

kabrayekî kurd le dewrî turkana egîrê be serbazî û eyben bo meşq kirdin, be řîz legeł serbazekanî tira řay’egirin û ekewête serûy hemûyanewe, arezûy sebîl eka, kîse û sebîlekey derdênê û eyewê sebîlê têka. lew kateda serjimêr dêt serjimêryan bika, eçête berdemî kabra kurdewe ełê: biłê «bîr». ewîş ełê: bira sewr ke ba sebîlekem têkem! ełê: kuře biłê bîr sewîlî çî? - ewa ewîş xerîke dest be ser sebîlekeya dênêt tûtnekey saf eka - her pêy ełê bira sewr ke ba sewîlekem têkem, kabray serjimêr ewestêtewe dû sê zilley çak ekêşê be bina gwêya! înca kabray kurde ełê: biram bîr, bawkim bîr, kuřî amozam ḧew car bîr bizanim bwê weşa? kuř taynig nayełî pyaw sewîlekey têka!