be zatî şay lamekane

Li pirtûka:
Dîwanî Mestûre
Berhema:
Mestûre (1804-1848)
 2 Xulek  2952 Dîtin
be zatî şay lamekane
bew ḧebîbî řesûlane
le nakamîy xesrew xane
ya cergim bû be buryane
fewcî melayk le sema
bo xesrewm han le ’eza
wîrdiman bûge waweyla
tesbîḧman ah û efẍane
daym han le nałe û şînî
kul nebatî serzemînî
xûyan zarîy û girînî
herçî bergî dirextane
serwan payan ha le giłî
qumrî destî le řûy diłî
newḧexwan cem’î bułbułî
bo nakamîy ew cewane
hey hawar hey min bedbextim
çare şûm û zaman sextim
wekî bextim syan řextim
mergî tom dî bem çawane
xesrewm, xatir naşadim
berze le ’alem feryadim
her wext dekefî be yadim
lew meclîsî kîtabxane
dełêy sed nêşe le cergim
dewînim bew çawane mergim
le esrîn xwênîne bergim
fîdat bim şayî zemane
amane xakim bû beser
bo serdarî xesrewî feř
be cewrî çerxî ḧîleger
derûn kebabim amane
yařeb bacetî pêẍember
le řojî me’rekey meḧşer
bexşî gunay ew cwane
be ḧeqqî ew îmamane
çunke ley dinyayî fanî
neykird ta ser kameranî
yařeb to ḧeqqî subḧanî
serberzî key lew dîwane
***
xesrew bend bû bew zencîrî
kotaker zarî û efẍane