yekê le paşakanî ’ecem le zemanî zûda...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1016 Dîtin

yekê le paşakanî ’ecem le zemanî zûda fermanî dabû herçî begzadey hewramî heye byangirin û çawyan hełkołn! begzadekanyan girtibû û xistibûyanne jûrêkewe xoyşî le ser banêk řawesta bû seyrî ekirdin. le nakaw le nawyana kabrayekî řûtełey cil şiřî berçaw kewt. bangî kird bom bênin. ke birdyan lêy pirsî: kure kabra! toyş begzadeyt? ewîş witî: qurban bo çaw hełkołîn begzadem, egîna ta êsta kołedaryan pê ekêşam! paşake, wełamekey pê seyr ebê berełay eka.