4

pêẍember dekate tikakar
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  804 Dîtin
ey boneyî bûnî dû cîhanan
mîwanî xuda le ’asmanan
şabazî û patext medîne
şanazî be toye em zemîne
le wizey hemû kes bedûre kirdet
qamk denwênî mang debê let
amade kirawe espî bałdar
daxwaze bedił ke toy bibî swar
tîjtir le birûskeyek beřewte
serdarî firişte pêşciłewte
no berzî û herçî wa lewêye
pêşwazin û giştî çaweřêye
cê bêłe biłindî ’asmanê
nîzîkî xuda be jê kewanê
bew cê ke deçî kesê negeywe
bê perde degeł xuda bipeywe
bixiwaze, nyaz řewa debin bot
bîdwêne gelê lemeř gelî xot
deskarî ewîn le xak û xołîn
ger bextewerîn û ger kiłołîn
nyazî ewe ger hebîn û ger bûyn
řêman ke nîşan neda ledest çûyn
hêzî ewe hêz û pêzî pêdayn
her xoy leberêwe řêzî lênayn
ew bew pileberzîyey geyandîn
xoy řazî girîngî têgeyandîn
deyzanî zebûn û natewawîn
em řaze girane natwanîn
bo kirdeweman le řojî pêşa
her xoyetî řêwşiwênî kêşa
deskirdî ewn bedîn û gawir
lay çeşnî yekin beheşt û awir
herçen beřwałe lêk cyaye
heryek řewşêkî wî tyaye
sûçmane le bexşiş û bezey ew
bêbaweřî tawî tûřeyî ew
awirg û beheşt lemêje çê bûn
her şit berî ême cêbecê bûn
hewrî bezeyî ke bête řêjin
bo yar û neyar debête cêjin
ger tûřeyî bête řû be yekdem
giř degrê beheşt wekû ceḧendem
ger gawir û ger gunahbarîn
giştiman le bezey humêdewarîn
deryay bezeyî deba bicoşê
çewtî û hełeyî me dabpoşê
to şwanî û ême pez le peytan
wek gurge didanî çîře şeytan
řêgey mede kês le ême bênê
her derfetî bê demanřifênê
karê meke ew be ême xoş bê
gořî ewe bêbeş û peroş bê
her xoy bikirête desteçîle
lew agirî piř pereng û jîle
řizgarî bibê berey gunahbar
boyan le xuda bibe tikakar