45

zîn gileyî le gerdûn û çareřeşîy xoy dekat
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  540 Dîtin
ew zînî be dawî dił giriftar
aramî lela nema beyekcar
ta mem nexraye girtûxanê
hîway nebřa le pêkbiřanê
lew katewe yarî kot le pê dî
dewrey diłî dabû nahumêdî
seyrange û şanşînî diłgîr
bo ew buwe bend û kot û zincîr
dujmin bû le xwardin û le xewtin
aray ne be řoj, ne be şew sirewtin
bêhêz û twan û destew’ejno
her mem memî bû be dad û řo řo
detwayewe boy diłî řeqî berd
lawaz bibû, bibwe mûyekî zerd
zerdêk wekû řeng û řûyî xanî
barîk bibû le çeşnî bîrekanî
ger lêy nedebowe hîç derûy řûn
hawarî dekirde çerxî gerdûn
çim kirduwe bo çî bûye dujmin?
tołey çi desênî dêyte gij min!
mem bibwe beşim ewend be qînî
hêşta be minit řewa nebînî
to taqememêk be zor bizanî
lêm bidzî, biraderîy dezanî?
toy agirî hełdekey le kułmem
ta giř bigrê be min diłî mem
xwênşîrin ekey memê le zînê
ta bîxeye ber giřey ewînê
sûdit çi weçing kewt le binda
ew qozekuřet nîşanî min da
bo tûşî kiçêkî wek minit kird
sûçim çi bû paşî bo winit kird
dû dił ke be agirt piřûkan
çît pêgeyî to cige le tûkan
lay her kesê bezim û pêkenîne
her lay min û mem şepoř û şîne
derdî diłî xot be min bibêje
her jehrê ke pête řoy biřêje
to yosfî min dexeyte çałê
gwê nadeye ax û nałenałê
bûy tane le çaw, le dił kesasim
her çaweřwanî boy kirasim
min bûme gedaye çawleřêge
bê yosif û bê penam û cêge
yan bîrî ledewrî mem dehała
demdem degełî dekird sikała
pêt wa nebê min bebê to xoşim
sedhêndeyî to minîş peroşim
aram nîye řoj û şew le dûrî
sûçî mine, başe lêm bibûrî
bew xwaye ke wa le jûrî serman
desnakewê lêm bizêk be derman
her nawe, ke mawim, xom nemawim
bêdarîye bote karî çawim
řojan û şewan le çawî giryan
xwênaw deřjê henawî biryan
swêrawî siruşke bote şewnim
xew nayete çaw ke bêye xewnim
ew zînê ke dîwte wa nemawe
jakaw peř û pelkî hełwerawe
em coreye derdî min şew û řo
bêto ewe jyanme, edî to?
lew cêgeye kêye hawinşînit
çon deybeye ser be dûr le zînit
hîçkes heye axo bitdiwênê
tûşt buwe yar û xemřewênê
gîrodeyî ême! çone bendit?
toş kewtuwe bar le lêwî qendit?
ey dił were der le leş bebê hest
ey gyan were bîxe ser lepî dest
parêzê biken gelêk lew û lem
çûstî biken û biřone kin mem
le ziman minewe berin peyamê
bom bênnewe zû le mem wełamê
daxwa le çi daye yarî diłdar
nawî minî carê dête ser zar
daxo legełim tebaye yan zîz
lew kułmegeşey nebote payz?
êsteş wekû sûrgułî behare
yan wêneyî bulbulî hejare
koşk leme bote bendîxanêk
pêm xoşe ke hełkewê behanêk
her çonê bibê helêk serî dem
xoştir le beheşte çał, legeł mem
xozya le minîş qełs biba mîr
wêřay memî pêm dexsite zincîr
her carekî tir memim bidîba
gwêm lê nebû, ba biba heçî ba
çend xoşe le katî gyaneławim
pencey memî lêk nê pelkî çawim