23
řazandinewey kiçan û gwastinewey sitê
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
6 Xulek
999 Dîtin
ew kate ke tazebûkî řûsûr
serpoşî řeşî fiřê deda dûr
řazawe weserkewt le aso
řazandîyewe deşt û der, kej û ko
bûkciwanker û tayen û peristar
sergerm û xerîk lebar û piřkar
çon sazî biken sitî û zînan
çon naz dedrê be nazenînan?
řwanyan le řeşayî bisk û xałan
dyanin ke diłan deben betałan
her geyne nizîk biroy kewanî
gêj bûn le kirî xuday cwanî
ser řûmetî sûr çi hate berçaw?
sûr bowe le şermî wane sûraw
twanay nebû kil bigate çawan
her bû be xełûzî řeş letawan
sertapê geřan le çeşnî şane
destyan kewê mûyê bo nîşane
şêwan wekû pirçîyan û neşbû
çim wit? tenê geyne taqe yek mû
ew mûş ne peřîwî pirçî ser bû
tay jîn û jyan û mûy kemer bû
piştên nedebestira leser mû
gyan tirsî pisandinî leber bû
kê twanî ke têwe řabmênê
tirsî bû le dînî bîşkênê
serpence le řengî guł deřencan
řeng û xene çon lewê deguncan
řengêkî xuda hełîbjêrê
gořandinî kê heye bwêrê?
wan û xene paşî nahumêdî
çaryan betenê le maçî pê dî
ew xişłî ke bû ledû gułî şeng
tîşkey le zewî deda be ḧewřeng
pîroze kiławî geyye ser ser
řûnakî dira be tancî gewher
serdêřî le řûpeřî xuda kird
ew řengî be xişił û zêř peya kird
řazaneweyek lewan kira bû
xermane bû dewrî mangî dabû
lîzgey duř û lał û bendî gewher
bisk û xet û xałî řindî diłber
nexiş û xet û tîp û pîtî qur’an
nîşane be xał kirabû nîşan
řengê le xudawe yek le destan
çawřûnkerewey xudaperistan
bêbaweřê em duwey bidîba
bêçare debû be baweřî ba
řazayewe şar le çeşnî bûkan
bazař û şeqam û mał û dûkan
poşrabû hemû be ał û wała
serxiwançe be lale, ban be ała
çend sed kuř û kîjî nazperwer
xwançey duř û gewherî leser ser
barber buwe řêz û zêř be baran
herçî benirx hebû le şaran
cyazêkî beder le seng û hejmar
her lok bû nikey dehat lebin bar
qursayî ewende geyye ’erzî
bûlerze bû dar û berd delerzî
dinyayê weko bû, bo temaşa
deryay le miro bû ḧewşî paşa
carêk be şepol û ga be pengaw
cêy derzî nema hełênî hengaw
derwazeyî xoşîyan kirawe
lepřêkewe hate der kejawe
gêjawe, kejawekey sitê hat
koşkî perîyan beřastî hat
pêşřew kuř û kîjî des be kember
sertabepê zêw û zêř û zember
textê wekû bextî ême řeş bû
bes ew newekû me dûrebeş bû
lał û duřî bendî dewr û ber bû
bełkîsî leser bû bextewer bû
sed «asefî berxya»t bidîba
textî deřfand be şan wekî ba
ew textî řewane wek gemî bû
deryakeşî giştî ademî bû
deryayî ewînê têk bihałê
naçare degałê yan denałê
wek polî pepûle dewrî şem da
sûtanî dewê be dił le dem da
pêt wabû gîyane ew kejawe
giş ew leşe hênde dewrî dawe
derwêş û mela û hejar û paşa
kes hoşî nema leber temaşa
ew řoje keser biba be derman
dyarî nebû win bibû le şerman
hênd esp û pyade têkşa û hat
bêçare pejare kewte şamat
kêy wabû bimaye hoş nebirdû
hênaye semaye konemirdû
şimşał û gewał û tepił û şeypûr
awazî bilûr û saz û semtûr
goranîy û bezim û çepłeřêzan
qaqa û heray minał û xêzan
lerzane û xişłî hewrî laran
řimbazîy û hewhewî swaran
lew řojewe ser zewî, zewî bû
ta wêste şitêkî way nedîbû
derya û gemî û perî lenawa
bew zemzeme geyîne małî zawa
tajdîn leberêk û mem lelayê
mangê le tenîştî padşayê
çend mîr û mezin be çustî hesta
giş sînî û yałtebek le desta
her sînîyekî le zêř û yaqût
her yałtebekê le zêw û zemřût
serpakî le zêř û lîre darmał
dabarî leser kiz û nedar mał
řêjney betewjimî ew dirawe
lîzmey wetekanî xist kejawe
zortir le çiłêsî newsî bedkar
cêy hêştibû destełatî zordar
řabird le dehendeyî dehendan
derçû bû le fîzî xopesnidan
řût û řebenî diraw, wekû ker
gîrfanî de’axnîn le dû ser
bêcût deyewîst ke to biçênê
demřût degeřa jinêkî bênê
piřkar û nedar û řût û teřpoş
dara û hejar û mat û diłxoş
detdîn ewî řojê řêkupêkin
pêt wabû hemûy bira û beşêkin
cyayî ne be dił hebû ne be şimek
diłxoş û be dił hemûy wekû yek
giçke û zilî mestî badeye û mey
gwê piř bû le hey hey û le oxey
dar û dewenîş dehate ser coş
daruẍe û pîr bibûne serxoş
hênd mestî debeng henasetengin
hêndêk be geşe û ken û cefengin
hatbayete seyrî lat û lûtan
xoyan denwand be şat û şûtan
meqlatî deda yek û yekê baz
zoranî degirt yek û yekê gaz
lewlaşewe newnemamî diłbend
şîrîn û be zerdexend û demqend
řûmetguł û leşguł û kirasguł
pakî gułî serçił û leber dił
zêřkember û larkiław û mûřeş
mang henye û mesteçaw û řûgeş
hênd twêlî guşad û hêndê demteng
xoşdenge gelêk û giştî xoşřeng
lacang wekû zîw bijang wekî tîr
pirçî řeşemar biro wekî şîr
memkołe henar, çenage sêwan
serçaweyî awî jîn le lêwan
kêlgerden û berz û řûbexałan
kem têdepeřn le çardesałan
hêndê gelê lûstirin le goy zêw
hêndê kemê gendemû leser lêw
be kwêrî cîhanî pîrî pişt kûř
giştî be semawe boy deda sûř
kiçgel wekû ko û ḧetewanan
kuřgel xulî pêdedan be şanan
kozîlke lelayê řew lelayê
řêz dûrudrêj dwayî nayê
ḧew řoj û şewan ke řoj eger şew
gowend û bezim bû tar bibû xew
ahengî weha le kurdewarî
nayêtewe řûy cîhan çi carî