20

dirkandinî řazî dił lekin tayen
Li pirtûka:
Wergêřanî Mem û Zîn
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  663 Dîtin
dû lawe, ke çawîyan hełêna
çawî melewan le gomexwêna
dîtyan yekî pîre hełtirûşkaw
wek lankî şiřoł şeq û şiř û şikaw
wa wirtewrit şitêk debêjê
firmêskî le çawî kiz deřêjê
gutyan çi kesêkî pîredaye
bo degrî? wederxe, çît lelaye
fermûy beserî sitê û zînê
bo êwe dekem girîn û şînê
nexwaze lekin sitê û zîn an
dê, pêm heye şełte bo birînan
engûstîlekanû em duwanen
baweř ke neken, ewem nîşanen
kwa bimdenê hî ewan be merdî
abřûy dû kiçan meden le berdî
řaspardem û tayenî ewanim
namnêrnewe nahumêd dezanim
katêkî ke pîreyan weha dî
hestanewe geşkebûn le şadî
yek maçî dedan le destî çirçî
yek bonî dekird le tîskî pirçî
yek destî le bejnî kûř werênaw
yek kewşî dexsite ser ser û çaw
tayen be me cergî bû be biryan
deygût, be dû çawî piř le giryan:
řołem be xuday le jûrî serman
bo derdî diłû debim be derman
bałdarî humêd be dawê degirim
diłxoşû dekem bijîm û nemirim
her çwaru weko dekem wekû ko
kar pêk dê be arezûy diłîngo
engustîle bo bejninemaman
her bermewe dênmewe wełaman
tajdîn le desî deranî hî xoy
pêy wit were fermû bîbewe boy
mem řwanî bebê niqêmî zînê
najî be jyan leser zemînê
bimbexşe gutî, serim leber pêt
her damewe pêt lecê debim şêt
ew nawe ke çote ew neqîme
pêwendî le bendî cerg û sîme
ger bitdemê bendî dił pisawe
bê ew le jyan beşim biřawe
ey daye leřêy cwanî zînê
ba bêt bezeyît be diłbirînê
ger çûyewe zîn debînî herdem
pirsî ke le min biłê dełê mem:
ew şaye egerçî min geda bim
lêm řûne ke nahumêdî nabim
ba xwastin û dîtnî newêrim
diłxoş be xeyałî řadebwêrim
ax xozge le pêş ewey demirdim
demgut ewe zîne yadî kirdim!
zor cwane le ahî dił bitirsê
carcare çiloneyek bipirsê