erbeba

Li pirtûka:
Dîwanî Esîrî
Berhema:
Esîrî (1895-1962)
 1 Xulek  1203 Dîtin
derdî diłim wek erbeba, zîřem ke dête gwêt beba
bo zîz ebî îmanekem, çibkem beme eydem beba
xot ba edey, xot la edey, řûyî şîrînit da’edey
bendî ciger bo ba edey, nabî legełma bo teba
ey nîştimanî baẍî geşt, sînet gułistanî beheşt
dengî bul û boyî gułit dił mest eka saqîy seba
hawarî min feryadî min, řojî řeşî berbadî min
mestî û qeşengî û şoxîy to, hoşî serî suqrat eba
cerg û diłim wa bû bexwên, wek gêj eřom bê řê û şwên
çarey nîye derdit dełên dîzanterî û sîle û weba
sîney sûtawim şeq bikey, porgî diłim ger let bikey
seyrî kejî hemmim bikey, girdêke wek qafî quba
ey dote guftit da bekê, bûyte wewî û mîwanî kê
derdî diłim bêjim bekê, xom řenceřo û kirdem heba
lewmim deken gewre û biçûk, sûtam le şarî karî kûk
wa bûme pen řîswaw û sûk, nałên esîrîNasnava edebî merḧeba