canewerî şeř

Li pirtûka:
Dîwanî Miḧemed Saɫḧ Dîlan
Berhema:
Miḧemed Saɫḧ Dîlan (1927-1990)
 2 Xulek  1251 Dîtin
bo wiłat bibê be deryay xwênaw?
mirdin bibarê be gujim û betaw!
řeş dabgîrsê asmanî şînim!
wişk hełbigeřê deştî řengînim!
zerdibaw binwênê peřey gułałem!
lêm tarîktir bê em jîne tałem!
bo be bê tîşkî řojî beharim!
bitawêtewe befrî nizarim!
biřûxî laney bulbulekanim!
têk biçê xořey ser çawekanim!
bo sûr binwênê tirîfey mangim!
niqum bê deng û awaz û bangim!
be bê payîz û zerdey xezanim!
bwerê gełay dirextekanim!
le cêy sirûdî melî serdarim
bayeqûş bête yar û ẍemxiwarim
bo mał biřûxê şar heres bênê?
bê agir û newt kiłpe bisênê
bo gird dirus bê le êskî sûtaw?
le leş û le ser le goştî birjaw
le meçek le qaç le destî peřîw
le pirç le gona le pêstî řizîw!
bo ser yek kewê laşey mirdiwan!
kełekbê heta egate asman
herçî be řenc û be ’areq řêjan
hatote berhem le mêjûy însan
tefru tûna bin têkřa nemênin
ser le nwê towî dîlî biçênin
bo xîzanin jinan, kifte kenaran
pê petî, leş řût, wêł û sergerdan
awarey çoł û řêy tûnawtûn bin
le jêr bombada serewngûn bin
bo qutabxane û koşk û telaran
bibne xełuzî kûrey bedkaran
bo? boço? bo kê? em bełay řeşe!
le ber kê biřjê em xwêne geşe?
le ber zewtikerî xak û serwetman
hoy derdî ser bû bextî negbetman
hoy azardan û çewsandinewe
hoy xwên û mijîn, řûtandinewe
zencîrî zil û pêwendî pêman
kospî ber lût û çiqłî řêman
be tałan berî hebû nebûnman
şîşî dax bo naw êskî zîndûman
be kurtî le ber empiryalîzim
xway derebegî û bawkî faşîzim
her le ber çawî řeşî zordaran
le ber xwênmijan ya gunahkaran.
na nexêr emřo mîlletan yekser
řêgay aştyan wa girtote ber
mîlletî îmřo hî dwênî nîye
ezanî şeř û şiřxiwahî çîye
zor çak ezanê dujminî kêye
kê şeřî ewê kê mijdey pêye?