şayet

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  741 Dîtin
le awênekem bipirse...
le şanekem
le bałinc û ew çirayey
le jûrî xew kiz esûtê
řojî çen car
şewî çen car
xoşewîstît, henarî diłim egûşê û
şîley ewîne sûreket
gonakanim eřengênê
çen car bêdeng
řistey «gyane xoşim ewêy»
lêwekanim ebziwênê.