mamosta

bo mamosta ḧekîm
Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  1102 Dîtin
daykim nîye
bełam baştir le daykî xom pirçî soz û tasekanim da’ehênê
hestekanim pelke ekat
be serpelkey xoşewîstî eyřazênê
asman nîye
hemû şewê jwangey melî peřewazey nîgay min bê
keçî řazî çaweşarkê wiçirpe û sirtekanî min û mang ezanê
derya nîye
dayme xewî şîn û sewzî pêwe bibînim û ewîş
bebê pişû bo qeraxî şê’rekanim pel bawêjê
bełam car car singî ew û deryam lê egořê
bawkim nîye
nêw çawanim maç bikat û bo qutabxanem binêrê
keçî herkatê eybînim, serî řêz û xoşewîstî le astî da’enewênim
xo guł nîye
serşêtane xoşim bwê, le amêzî xewnî sewzî hełbiřim û
dway çen car bon lê kirdinê be amêzî tengî defterî bispêrim.
ne asman û ne deryaye, ne guł, ne mang, ne bawkime û ne wek daye.
mamostakem wesfî naye.