mamosta

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  753 Dîtin
destim bigre û bimbe û biřo
eyre şwênêkî diłtenge
zor cê mawîn, kat direnge
xemî kelupelit nebê
eme serim bîgre û biřo
cantay wişey řengawřenge
çît pêdawim, peroşî dane û dwanyanim
wa xerîke kał ebnewe
dexîlit bim firyam kewe
dirincî xem henasekanim ebjêrê
nahumêdî derkey azarim lê edat
ewa serim êsgey ḧewanewe û têfkirînî xoy win ekat
de bê û bimbe
namoyî û xem le endêşem bitarêne
baranî tîşk û řûnakî
beser kêłgey tînûy mêşkima bibarêne
de bê gyane wek awêney bałanma
sîmay řeşî nezanînim pê binwêne.