lêm epirsin

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  845 Dîtin
lêm epirsin:
to çen kest xoş wîstuwe
çen car diłit daxurpawe
çen çaw karî tê kirdûy
çen nêwnîga
bize û hêma
çen kes?
çen car bûn be sułtanî diłit
boçî diłit hênde
bêperwa û wefaye
pê’ekenim
toş ey taqe swarekey em
gořepane
serşêtane awzengî lê edeytewe û
lejêr simî espekeşt
agir epřijête ser diłî dêwane
pê’ekenim
carêkî tir
jûrî awênebendî
nêw diłim ekeytewe be hêlane
çît lê bikem
ey ’eşqe řengawřengeke
ey ’eşqe şêtokeke
carî waye
emdiwênî
carî waşe
emsûtênî
eřoy û dêy
bîrit ekem
lêt zîz ebim
tûřem ekey
her careyan be şêweyek
le şê’rêkma bała ekeyt.