melek xatûn

Li pirtûka:
Qeɫay Řaz
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  758 Dîtin
bejnî çemawey şadîy to
çende bêřeng le řengî pirse aławe
dengî nałet
le kûlekey bêdengîya hełhênawe
dade melek
le pencerey mêşkêkî piř le hîwawe
çawî řeşt biřîwete asoyekî dûreperêz
bo hawdengê
lanî kem bo tenya satê
amêz bo hawarekanit bigrêtewe
firmêskî wişkewenebûy
çawekanit bisřêtewe
melek xatûn
ho ey kîje řeşpoşekey şarî bokan
diłnya be senfonyay jîn
ta hetaye
azareket be dem sirûdê tazewe
piř be dołî kwêstanêkî řûbar xinkaw
eçřêtewe
şa’îrêkî sewdaserî hawizbanit
be sed ziban
awazî kiçe řeşpoşî bêdesgîran
bo xełk û xwa ełêtewe
diłnya be....