peřeslêrke

Li pirtûka:
Gunah
Berhema:
Elî Ḧesenyanî (1939-1992)
 1 Xulek  1499 Dîtin
Peřeslêrke
Bi denga: سەید خالد ئیمامی
peřeslêrke! dengit hełêne
xunçey jakawî dił bixemłêne
to wekû min nî be kot û zincîr
hawarî biřaw le gerûy yexsîr
azadî, bendî û pê bestiraw nî
le małe xota têhełdiraw nî
dexulêytewe germên û kwêstan
ser û xwar dekey xakî kurdistan
degeřêy şar û çya û ladê
agay le awa û le çol û lařê
le hîç małêka to bêgane nî
aşnay gelî bo her kwê deçî
sa bew çirîkey serxoşî dênê
diłî xemgirtûy gel delawênê
 
biłê bizanim gelî damawim
le nîştimanî beş beş kirawim
çonin? bekeyfin? şadin? diłxoşin?
çeşnî diłî min her wa le coşin?
biłê bizanim nemamî xebat
berî hênawe? awat wedî hat?
peřeslêre! key bom dexwênî?
bêwazim, ey key diłim dedwênî?
melî nazdarim! dengit hełêne
şûşey cexarî diłim bişkêne
perdey xeyałim bilerzênewe
korpey saway dił bilawênewe