yek guł desteye

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  480 Dîtin
yek guł desteye ...
aman ce beheşt, yek guł desteye
be kiłafî sewz nemnak, besteye
byen we cemîn, awat westeye
ałem řoşen kerd, şewqî řûy gułş
meda be hewa, destey sunbułş
ce ’eksî şewqiş, ce heway nemîn
dû qews û qezaş, keften ne cemîn
guł deste, dûteł nergis ha têda
qews û qezaşan girten be wêda
ya şa, guł destey beheştî waye
saba hamřazîş bo be sermaye