ẍeyb kirdinî qale
şewêkî tir lew şewane ke her xomane bûyn û le heywanî mizgewt řo nîştibûyn, basî wîfq û nuşte damezrayewe. mamosta gutî: «dełên le hîndustan du’ayek dezanin, kabra hemû kes debînê; kes ew nabînê; dyare diroye».
gutim: «nexêr eme řaste û deyzanim!», pêyan seyr bû.
- çone? şanman de.
êşaretêkim le mamosta kird. qadrî suxtey nardewe mał ke qend û çayî bênê û bełkû ew sîḧre bibînin. ta qadir hatewe têmgeyandin ke mirazim çîye. mamosta hełîpêçam ke dey sîḧreket bike. demgut cindokey karbedestî ew sîḧre şew le xuda demxinkênin. hemû têkřa daway pêkhênanyan dekird û qale le hemuwan şêlgîrtir bû, leber mamosta depařawe ke zorîm lê pika û ew sîḧre bibînê. axrî dway xogirtinêkî zor gutim: «debê mindałêkî nabałẍ bê ew sîḧrey lê bikem». qale be swêndanewe řeş debowe ke min nabałẍim (diroşî dekird!).
qaqezêkim hêna çend çwar goşeyekim bê kêşa û piřim kird le jimare û ḧirûfî ’arebî, wek: (t) û (z) û (s) û emane. qalem birde jûrî mizgewt, parçêkim le qaqezeke diřî û xistime baxełî û pêm gut:
_min û kesî tirîş to nabînin, bełam eger dengit bê dezanîn le kwêy. eger em parçeye lay xom bisûtênim, to wek xot lêdêtewe û dêyewe berçaw.
qale hatewe naw koř, kes awřî lê nedawe û le minyan depirsî «çî lêhat? bo kwêt nard? fêłman lê meke!». qale bo ezmûnî tewaw kiławî be demewe girt û çuwe berdemî mamosta, hełtiruşka û gałtey pê dekird.
gutim: natwanîn be çaw bîbînîn, ba be pelekutê û laq hawîştin ḧewl bideyn, bełkû dengî lê derçê. hemû řast bûynewe. qale le nawmande çeqîwe. şeq de serînêk hełdedeyn, pel berew dîwar dekutîn û be hemû hêzî xoman şeqêk de qale هەێدەدەین, her qingîş nasûřênê! řenge pitir le se’atêk ber şeqman da, ew her demî lê xwar dekirdînewe û lay wabû naybînîn. hestiman kird kabrayekî gundî bewêda dêt. parçe diřawekey sîḧrekem xiste naw agirdanî semawer; dûkełî hat û gutim: eweta qale wek xoy lê hatewe!».
îtir ew hawîne gemey here xoşman ẍeyb kirdin û têhełdanî qale bû ke hemû car xoy depařawe ẍeybî bikeyn û ḧełway be şeqanî bo bigêřîn! tenanet řojêk hemûman le bedî wiştepe meleman dekird, qalem ẍeyb kird. çunke şiłpey le awda dehat, leser yek têman hełdeda ta way lêhat degrya û deygut:
- mamosta bo xatrî xuda be mela řeḧman biłê wek xom lê bikatewe; qungim dêşê!
- heyhû kuře xo ewe dengî xoyetî! deysa têyhiłden!
ew deng û basî ẍeyb bûne her le zimanî qalewe kewte naw awayî. pyawan tirsyan řê nîştibû neweka min awa xom ẍeyb kem û xwanexwaste biçme cestey kiç û jinyan. naçar sîḧrî ẍeyb kirdinman berbest kird.
seyrî xoş lewedaye paş çend sałêk, řojêk le şarî sabłaẍ be mizgewtêka řadebirdim, dyar bû xełkî zorî lêye. pirsîm gutyan melayek îcaze werdegrê û şîrnî xwardinî ewe. çûme jûr dîtim heman qaley suxtekey xome cibeyekî tazeyan deber kirdiwe; îcazenamey dexwênnewe ke şukir bo xwa bote mela. çûm le penay danîştim û pîrozbayîm lê kird.
gutî: mamosta bîke le řahî xuda ew du’ayem fêr ke ke minit pê ẍeyb dekird!
gutim: cindoke řazî nabin, ba pîr bî ew dem têt degeyenim ke çone!