ḧewlî jin hênan û xwastinî «seyîdzade ayşê»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  1089 Dîtin

demim le kasbî şîrîn bû. wirde wirde meřim kiřî, maynim kiřî û bûme małêk le řêzî małan. bełam gîrugiriftî tir hate ber: «sadiq» temenî heşt mang bû, dayk mêrdî kirdewe û becêy hêştîn. xuşkim hêşta mindał bû, naçar bûyn le jinî naw dê yarmetî bixiwazîn ke be nan kirdin û małat doşîn û meşke jandin řabgen ke ewanîş cige le heqî xoyan nîwe be nîweyan dedzî. gutyan çar eweye jin bênî ke hem agay le mał û hem le bira çikoleket debê. kewtime ḧewlî jin hênan. le her kwê kîjêkyan naw debird ke cwan û başe, serim lê deda, yan min keyfim neydegirtin yan ewan pêm řazî nedebûn. řojêk ke degeł karwanêk deçûme bokan, le řê tûşî kîjêk bûyn ke deçuwe mezray bawkî, zorim dił girtî, ewîş nîwe awřêkî lê damewe. zorî nebird ke xwawřastan ew kiçe degeł hewałanî xoy hatbuwe tereẍe bo seyran û maynekey le ḧewşî ême bestibowe û xoy mîwanî ḧafzêk bû. ḧafzim kirde dełał û boy sazdam û xom û kesêkî tirîş çûyne xwazbênî lay bawkî. bawkî kiç gutî:

- be mindałî leser bêşke le kesêkim mare kirduwe ke nayewê mêrdî pê bika. be kê qayl bê bewî dedem; ba pirsî pê bikem.

dyar bû pirsî be qazancim bû. ewcar pirsî:

- dewłemendî? dême małit bizanim çit heye.

gutim: başe dway dû řoj were, min hemû feřş û nwênî awayî dexwazmewe, meř û mangayekî zorîş dexeme ḧewşewe, ewsa dełêm dewłemendim. mamî xom! to eger kiç be dewłet dedey, eger le êsta feqîrtir bûm debê lêk cya bînewe. min şerîkî ’umirim dewê ke swałîşim degeł bikat.

kabra pêkenî û gutî řaste. tełaqî kîjim be sed timen kiřyewe û marem kird. wa bûme xawen jin. bełam her jin bebû, řeḧmetî xuda bû. her çend bawkî be çete û diz û tuş û cingin nawî derkirdibû, ew tewaw be pêçewane zor nerim û nyan û be sebir û ḧewsele, zor famîde, karzan, le hemû werzêrêk pitir le werzêrî serî derdeçû. kabanêkî kem wêne bû.

zor zû ḧesamewe, karubarî minî girtibuwe estoy xoy. be mezra û mał řadegeyşit. hemîşe řûxoş û geş bû. dostanî gundî dîkem deyangut xozge eger mîwanî małe to debîn to le mał nebî, çunke «seydizade ayşê» le xot pitir qedirman degrê.

le kiçî «seyd qadrî buẍdedaẍî» kuřêkim hate dinya û paş pênc řoj mird. pîrêjnan deyangut ałewşewe birdûyane... carêkî dîke ḧamîle bû. lew naweda min nexoşî giranetam girt û zor pîsî xistim. le tirsî girtinewe nedebwaye kes nizîkim kewê. ew jine areqî leşmî be ziman delistewe... min ça bûmewe bełam ew zorî nebird ke tûşî giraneta hat û paş no řoj be nexoşî kuřêkî leber çû, bo xoşî mird. le seřřa bêkes û hetîw bûmewe. zemane le batî ew toze xoşîyey jyanim, taław û jeqnemûtî be geruda kirdim. le qesîde dirêjekey berew mukiryanda basêkim lêwe kirduwe.

jyanman le tereẍe, car tał û car şîrin û piř le hewraz û lêj řadebird. lebîrme zistanêk ta behar pêxorman nebû, berçaman nanî wişk bû. lebîrme sałêk qend giran bû, çend mangêk çaman be kişmîş û nuqił dexwardewe. bełam le dwayyekanda be nîmçe dewłemendêkî ladê ḧîsab dekiram.