komełî «jê-kaf»

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 11 Xulek  2477 Dîtin

carêk ke çûbûme şar, wek hemû car ber le hemû şit zebîḧîm dîtewe, gutî were. birdimîye mizgewtî qazî. gutî be qur’an swênd bixo ke ewî pêtî dełêm lay kes nayłêy. bo carî dûhem swêndim xward, gutî şew pêt dełêm çîye. paş nwêjî şewanêkî direng, minî we şwên xoy da û be kołanêkda řoyştîn. le serî kołan yekêkim dî řawestabû, destî deber piştêndî bû. dyar bû demançey pêye. zebîḧî şitêkî pê gut. çûyne małêk. terzî le dergadan corêkî na’asayî bû. zor zû yekêk ke nemnasî birdimîye jûrêk. mêzêk pişte małêkî beser hełkêşrawe, qur’anêk be awałeyî pałî be dîwarewe dirawe û leser mêzeke çeqawe, ałayekî be diruşmî řojewe le dîwar dirawe, xencerêkî řût be qur’anekewe hełpesêrawe, peře kaẍezêk be nûsrawî leser kenarî mêzekeye. kabra gutî «ewe bixiwênewe û hemûcar dest be qur’anekeda bide, eger lew swêndinameye ladey xwênit bew xecere deřjê.»

le sam û ’eybetî ew dîmene delerzîm, zorîş şanazîm be xom dekird ke şyawî em baweřem. swêndinameke ḧewt bend bû. bedaxewe betewawî lebîrim nemawe, bełam têydabû ke:

«be qur’an û ałay kurdistan û şerefim swênd dexom lemřowe be dił û gyan bo azadî kurdistan têdekoşim û ta mirdin qusûr nakem; hîç berjewendîyek wepêş berjewendî xizmet be wiłatekem naxem; biray ḧîzbîm beqed xom xoş dewê; heta mirdin be ziman, be qełem, be îşare û be hîç corê xeyanet be ḧîzb nakem û řastî lê nałêm û nawî nihênî endaman lay kes nadirkênim» û şitî wa...

le dway swêndixiwardin, destî naye destim û birdimîye jûrêkî tir, ke lewê pitir le de kes lawî kurd danîştibûn. gutyan nawêkî nihênî boxot hełbijêre û jimarey endametît bîste. ey xuda çend xoşe! çon ême bûyne bîst kes? qet baweř nakem! xwa şukir zor behêzîn. «hejar»m be nawî nihênî hełbijard. zor şewan le xoşyan xewm lê nedekewt.

min ta ewsa le barey ałozbûnî wiłatewe her ewendem dezanî ke řojêk teyareyek beser gundekemanda fiřî û kaẍezî lê berbûnewe. dû beyan bû řûsan biławyan kirdibûnewe ke: «xełkî êran xatircem bin. ême le gurganî hîtlerî řizgarman kirdûn. dewłetî şahenşahî êran ke hewałî nazî bûn, leberyek hełweşawe û serbazekanî teslîm bûn». bû be xoşî xoşîman ke xwa şukur le çing emnye û şiłtaẍî me’mûr řizgar bûyn. ser û binî qiseman siławet le dîdarî ’irûs û teyareřeş bû. herkes le şarewe dehat deng û basman depirsî. her yeke corêkî degêřawe. yekêk gutî: kake lêm řûne têk çuwe, çunke gwêm lê bû beqałêk be muşteryekî degut: «pehlewîş gûy way nexwarduwe!». kwêxa sicîlêkman hebû detirsa beratekey nedeynê, le şar hatewe û gutî: «diroye, dewłet her wek xoye û karbedestanî emnyem dîwin zor bekeyfin». diłman sardewe bû.

şewêk dû mîwanî nenasîwim hatin. bełam çon mîwanêk? řût û qût û tîtoł şiř. kesim hênde řût û perîşan nedîwe. gutyan: «ême serbazî le wirmê bûyn, be tifengewe dehatînewe berew wiłat, şikakan êmeyan wek sedan û hezaran serbaz û efserî tir řût kirduwe û ew cilaneyan dawînê». hêndêk koneclikim danê. têgeyştîn ke kwêxa řastî negutuwe. tewaw kirdimane xoşî û şadî.

beřastî řizgarbûn lew cehennemey pehlewî bo xełkî mukiryanî nêł dabû hîç xoşîyekî nedegeyştê. emnye dehatne dê, her qebrêkî tazeyan bidîba, xełkyan dexsite darî darî semawatê: «ew kabrayetan bo kuştuwe?», ca were lêdan û bertîl wergirtin kar bika. lebîrme şewêkî mangeşew direngêk le mał derkewtim ke tozêk biçme deşt. řwanîm kelakêk leber heywanî mizgewte, xinexnî dêt, pîremêrdêk bû xerîk bû demird. çûm kwêxay dêm xeber kirdewe. espî hêna û kelakî nenasî bird û lepena nizîktirîn gund fiřêy da ke newek emnye bizanin û małwêranman ken. her ew şewe kelak dê be dê řoybû ta geybuwe (derwêşan) ke małî kiçî kabray lê bû. me’lûm bû le (kełbeřezaxan)ewe be nexoşî awa goř be goř kirawe!

xwa nexwaste me’mûrêkî dewłet le gundêk yan le mezray gundêk be sekte bimirdaye, îtir waweyla bû. setan kes dekewtine beławe û le sûçî řeşçałan tûnd dekiran. eger tenya ew derdî ke taqe gundêk le mukiryan le dest pyawî dewłetî řezaxanîyewe dîwe ko bikirayetewe, kitêbêkî gewrey dewîst.

bîstimanewe ke çon leşkirî êran ke ser ta pa le çekî ełmanda xinkabû bebê şeřkirdin le ber yek biław buwe û serî bê kiław mawetewe. serbaz tifengyan dawe be nanêk û le koł xoyan kirdotewe. bewpeřî řezîlî, dewłet leber yek çuwe. paş kokirdinewey xele û xerman, hatme şar û dîtim heway syasî xoşe, ewsa bû ke çûme swêndixiwardin û dwayî boyan gêřamewe ke ḧał û bał çi buwe û çon ew ḧîzbe pêkewe nirawe.

nabecê nazanim ber le gêřanewey em řûdawe, şitêk derbarey basî kurd û azadî le kurdistanî êranda wek bîstûme ya xwêndûmetewe bigêrmewe:

tarîx pêman dełê ke «xan eḧmedxan» le ḧesenabatî sine tancî leser nawe û pênc sałan padşayetî sine û sabłaẍ û wiłatî berdestî êstay ’êraqî ta musił be destewe buwe. le sałî hezar û dûset û newed û şeşda (beranberî hezar û heşt set û ḧefta û heştî mîladîda) «şêx ’ubeydîllay nehrî» daway serbexoyî kurdistanî kirduwe û ta myandiwaw û binawîşî girtuwe. le sałî 1906 û 1907y zayînîda, «şêx babay ẍewsabat» be birîkarî «ḧeme ḧusên xan» û «seyfedîn xanî seqiz» û «ḧemexanî bane», hatuçoy řûsanî kirduwe ke bo azadî kurdistan yarîdeyan biden.

le cengey şeřî yekemî gewreda, efserêk be nawî «mistefa paşay nemrûd» be bergî gořaw hatbuwe be kurdistanî mukirîda geřawe û daway kirduwe ke kurd azadîxwaz bin. dełên şewêk le sabłaẍ çote qawexaney ḧîkayetxiwan, gwêy le basî řostem û dêwî sipî buwe. lepiř gutûye: «alfatîḧe!», xełk fatîḧayan xwênduwe. nemrûd destî hełênawe û gutûye: «xêrî ew fatîḧaye bo řûḧanetî řostem û dêwî sipî! biram ewan mirdûn. êwe ke zîndûn fikirêk bo ḧałî xotan bikenewe...».

her çend ew bas û řûdawane le bîr xełk çûnewe û kemtir webîr hatûnewe, bełam řenge şwênewarêkyan lebin xołemêşî ew çend sałaneda mabê û germayî be yekcarî nefewtabê.

le paş qewmanî şehrîwer û hatnî řûs bo mełbendî mukiryan, efserêk le layen komełî hîway kurdistanî berdestî ’êraqewe hatotewe sabłaẍ û deyewê kesêk peyda ka ke gwê le amojgarî bigrê. çend řojêk lem û lew pirsyar deka, pêy dełên zebîḧî dem lew meselane werdeda. zebîḧî ḧusênî pê denasênê û çend kesîş saz deden ke gwê lew efsere ke nawî mîrḧace bigirin. yazde kes le baẍî sîsey sabłaẍ degeł mîrḧac ko debnewe. leser amojgarî ew, ḧîzbî «jê-k» dademezrênin, swêndinamekey denûsnewe. piřugramî ḧîzbî hîwa be tozêk deskarîyewe, dekene piřogramî «jê-k». ḧusên firuhêr, zebîḧî, tewḧîdî melanecme, êmamî, miḧemmedî nanewa, qadrî mudersî, miḧemmedî yahû, şapesendî, miḧemmedî selîmî, qasim qadrî û xałe melay dawdî, yazde kesî binaẍedaner bûn. ca ke zebîḧî minî birde swêndidan, be minewe bûyne bîst endam. ḧusên endamî jimare yek û zebîḧî jimare dû bû û ḧisên serokî komełî «jê-k» bû.

taze bibwîne «jê-k» wam lebîre sêhemîn kobûneweman bû, ḧisên firuhêr gutî:

- min pêşnihad dekem hejar derkeyn, çunke hîç karêkî le dest naye.

řengim zerd hełgeřa, tif le zarimda wişk bû, be nûzeyekewe gutim:

- na, tûxwa derim meken, karim pê bispêrin. axir min małim le ladêye û engoş ta êsta le ladê kartan nîye.

firmêskim hatne xwar... bezeyan pêmda hat û gutyan qeynaka; řaste zor destewstanî, bełam her le komełeda bimêne.

le dirêjayî temenmida ke êsta le piley ḧewtem û le şêst û sê sałîda dejîm zorim ḧîzb le nizîkewe dîtûn, basî řeftar û řabirdûy zoryanim xwêndotewe. zor çetûne hîç komełêk wek endamanî «jê-k» awa fîdakar û diłgerm û yektir xoşewîst bûbin. derbarey esḧabî pêẍember zor basî yekdiłî û fîdakarî heye, wexte biłêm endamanî ew ḧîzbeş şitêkî wabûn. xodzînewe le ferman, diro, xoxwazî û fêłbazî be carêk tere bibû; le ḧewt kêwan awa bibû. małî dinya her boye mayey diłxoşî bû ke komełe pêy lazim bê.

carêk le tereẍewe hatme şar, bîst timenim paşekewt kirdibû ke cilk bo mindałan bikiřim û nexwaze ke dîtim xuşkim kulûcey pîne kirduwe, zorî diłteng kirdibûm. her geyştime şar, êware bû. deçûme qawexaneyekî dem çem ke hewałan bibînim, leser pirdî dawênî çom tûşî yekyan hatim, gutî: fiłanî to pûłit nîye? hêndêk pûłman pê lazme debî koy keynewe. dest becê bîst timenekem daye û her lewêwe geřamewe û le şar derkewtim û hatmewe mał, çunke mixarcî şewêkim bo xom negêřawe. ke hatmewe xuşkim pirsî:

- cilkit kiřî?

gutim: bedaxewe be tełey qumarî sê xałewe bûm û hemû pûłekem dořand.

gutî: dezanim netdořanduwe, bełam xem mexo, ême herçonêk bê řaydebwêrîn...

herçend zor zû zortir bibûyn û endaman le sed û dûsedyan têpeřandibû, bełam hemû řût û nedar bûyn û pûłman bo hełnedusûřa ke pere be řageyandinî ḧîzbî bideyn. demanwîst govarêk derkeyn be nawî «nîştiman», ḧîsabman bo kirdibû, derînedehêna. biraderêkman çûbû be nawê xoy sed û penca timenî le ḧacîyek qerz kirdibû ke be mangêk deydatewe. zebîḧî ke debû be karî govareke řabga û kesîş pê nezanê, çûbû degeł xelîfegerî hermenyan le tewrêz řêk kewtibû ke le çapxaney kilîsa boy çap ken. mang tê wersûřa û govar dwakewt. kabra ḧacî qerzî xoy dewê û debê mołetî lê bixiwazin. axrî ḧacî deygut: «ew qerze wek qerzî dî naçê, babe her pêm biłê boçît lê qerz kirdûm, namewê bimdenewe!». axrî govar derkewt û zor zû biław kirayewe desmayey jimarey dûhemî qazanc kird û îtir nepsayewe û zorî deng dayewe. tenanet řoznamekanî jûr û lawey êranîş kewtibûne baskirdinî.

lebîrme carêk bîrman lewe dekirdewe ke çapxaneyekî destî piçûk bikřîn û bîkeyne çend beşêkî piçûk û herkese be pêy twana beşekanî bikřê. kake řeḧman ke ewsa bibuwe endam û dewłemend bû gutî min hemûy dekiřim. baweř ke zorman firmêskiman deçaw geřa, ke lew xoşîye nahumêd bûyn û le kiřînî çapxane beşdar nabîn.

ke le xoşî komełewe xom kirdewe şa’îr, cige le şî’rî kurdayetî, şî’rî tirîşim denûsîn. cêjne pîroze bo eḧmedaẍa, gałte û gep, gułistanî se’dîm werdegêřaye ser barî gałte, şî’rî ḧafzim be barî gałte û gepda werdegêřa. endazeyekî zorim lew şî’ir û nûsrawane řêk xistibû ke êsta hîçyanim nemawin û be yekcarî lenawçûn. lebîrme ber le govarî nîştiman, tenya dû beytî min leser kaẍezêk çap kirabû. bo yekem car ke dîtim, ewendem keyf pê saz bû, be «şa»m degut hetîwe! ay ke çendim şayî bexom bû!