berew kurdistanî berdestî ’êraq

Li pirtûka:
Çêştî Micêwr
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 19 Xulek  1822 Dîtin

ke le bokan berew şêxler hełdehatim, seyd ’ewła şête ke le basî wiştepeda nawim hêna, bibuwe casûsî ḧikûmet; dîtbûmî ke deřom, xeberî be ḧakmî nîzamî «serwan xaksar - kekurdêkî sineyî bû», dabû ke binêrin hejar bigirin, gwêy nedabûye. seyd ’ewła şikayetî lelay humayûnî lêkirdibû ke hejarî negirt. xaksar be nawî ewe sûkayetî beser efser hênawe, zor başî darkarî kirdibû.

katê le řêy hełatna benaw mêşey meḧmûdaẍa deçûm, mamostakey wiştepem «mela ḧemedemîn» ke ewsa le qeregwêz bû, degeł çend feqêyek beřêda deřoyştin û gwêm le qiseyan hełxist. behełkewt mamosta lew demeda pirsî:

- axo debê hejar çî beser hatbê?

feqêyek gutî: dełên le ḧebsî seqiz destyan peřanduwe, lewaneşe kuştibêtyan.

mamosta gutî: ew řeḧmaney min deynasim ewende sege eger dekunî qifłida řaka, hełdê. hetîw to çon, naynasî? edî çon toy be heway zekatî ałûbałû narde wetemîş?!

mêşe û mêşe bo êware xom geyande qaqława. le qaqława çûme małêk. xawen mał dway nan xwardin birdimîye mizgewt û nwênî damê ke lewê binûm. ciḧêł corabyan dekird. hetîwêkî zîteke çend sirteyekî kird. řûyan têkirdim gutyan: «feqê gyan ew kuře dełê ewe şa’îrî qazîye, detuxwa hêndêk şî’irman bo biłê».

gutim: «ha, ew kuře wedezanê min mela řeḧmanî tereẍem, çunke zor kes lêy degořêyn; ewîş wek min deçê. min nawim mela miḧemmede, şî’rîş nazanim. birya bimzanîba û bom gutban».

kuřeke gutî: be xuda wemzanî hewî, bimbexşe.

beyanî nan û çam xward û be kabram gut: deçme ’êraq. gutî: «le gundî mûsê biço małe sofî sidîq, biłê xecê nardûmî». befir barîbû, twabowe; quřêkî zor pîs bû. kewşim pajnedar bû. bełam tirs ewe nazanê, ta êware geyştime (mûsê) ke bargînêk ewende biř naka. le řêge tûşî mêwjifroşêk bûm, çingêk mêwjê damê; be řêwe xwardim û qet deqîqeyek wiçanim neda û her beẍar deřoyştim.

çûme małe sofî sidîq, cwabî selamî nestandimewe. pirsîm mizgewt heye, gutyan nîye. çûme ser kanî desniwêjim girt ke nwêj bikem. sofî sidîq çawî le desniwêj girtinekem bû, pêy seyr bû. gutî:

- to melay?

- eyçon!

- dey fermû ba biçîne małewe.

birdimîyewe mał, wetaẍêkî zor gewrey hebû. semawerî hêna û xurma lecyatî qend. letê xurmam na gupmewe, wabzanim bîst û çend çam xwardewe. sofî gutî: bo dest bo xurma nabey? lete xurmam le gupim derêna, wek swênke sabûn lûs bibû! dîsan namewe gupim. qawirmeşman xward. şew sofî ke deygut mirîdî xelîfe xelîlim û meřêkî bo debem gutî qaqezêkim bo binûse bo kabrayekî serdeştî, ke: «fiłan kes! paş maç kirdinî destî to û çawî mindałanit, çon fermûte cwanû espekem eger bexêw nakirê binêrewe? ḧeyfit nekird? min biratim, małî min małî toye. ca êstaş dû tewrêzî qend, dû gerwanke çayî, qumaşî kiras û derpê; bexwa espeket wek guł bexêw dekem; heşt no kîse birînc, çunke babe ẍełîfem mîwan debê. be serit qesem wełaẍî xom bimirin leber bê tifaqî espî to her bexêw dekirê, hêndêkîş sabûn binêre, le małeweş daway xene deken. espî to espî xome, dîsan çawtan maç dekem. basî pûł nekey bexuda diłim dêşê. espî to le małatî xom feřiztire. sermaş sexte; tifaqîş girane; bełam eto biray minî!...».

bîrim lê dekirdewe: ew sofîye desbiře qîmetî cwanû espekey pitir dawa dekird ta bo kabray bexêw ka! bom nûsî.

beyanî le xewdabûm, gwêm lê bû sofî deygut: «herkes emřo le kwêstan bida be hîlak deçê, serî kekî kozad beteme». sofî hatewe jûr. lêm pirsî:

- detwanim sefer bikem?

- bełê heway zor xoşe, seyr ke taw hełatuwe!

gutim: neşarezam, kes heye degełimdabê? gutî: sê timen bide. kabrayekî řegeł xistim ke ta serî kwêstanî giłezerdem berê. hewa taw bû. her geyştîne binarî kwêstanê, bû be tem û kiřêweyek çaw çawî nededî. bełedeke gutî: dest deqayşî piştêndî min gire û şwênim kewe. befir yekcar zor bû; dinya zor tarîk bibû. ew kabraye şarezayekî seyr bû: «êre qułkeye, êre berde...» keçî dinya lûs û piř le befir bû, çonî dezanî, nazanim! le nêweřastî çya řawesta. gutî: to çit dête ber gwê?

- hîç.

- desa to le şwênî xot biçeqe, nebzûy, min deçim êsta dêmewe.

paş tawêk hatewe. gutî: xêrake biřoyn, to řizgar kem bigeřêmewe. sed tifengiçî baneyî le befirda qetîs mawin û řê dernaken; neyangemê hemû qiř deken.

minî geyande lay beřojî kwêstanê; dinyayeke řeşang û daristan. gutî: «deçîye sûtû, mîwanî małe seyd ’ewła be» û geřayewe. beẍar damqełaşte xwar, kiławekem be pelêkewe çû; awřim nedawe gutim eweş bo to! geyme (sûtû), çûme małeke. piř bû le jinî cwan û bê pyaw. gutyan pyawman çûne germên bo małî qaçaẍ; fermû mîwan be. gutim deřom, gutyan ew řêgeye bigre û biço (sertezên). tûşî cadey bane - serdeşt bûm. tirombîlêkî piř le serbaz lewêwe řabird. zor tirsam; bełam bexêr řabird. le gundêk dengî goranî dawet dehat. lewêwe çûme naw dołêk û pirsîm, gutyan sertezêne û małî ḧacî şêxey lêye û mîwan řadegrê. çûme jûrêk dû kesî lê bû; dyar bû mîwanin. jin semaweryan wejûrê na ke xoman çay bixoynewe. paş nwêjî şêwan ḧacî û çend kuřêkî hatnewe. le daweteke bibûn. ḧacî her deygut: «şerit bê destî de pîrêjnanim kuşîwe!» . bexêrî hênayn; cilekanî lê sandîn û nardî tyan weşand. zor pyawêkî nan bide û meşref xoş bû. beyanî gwêm lê bû gutî:

- melay hełmestênin ba bixewê; bexuday melay be bêgare û le nwêjî sibeynan bêzare!

paş nan û çayî, ḧacî cûtêk kałey hełbestirawî be gorye û peřowe hêna. gutî: «mela to dinyat kem dîwe, be kewşî şaranî paşnedar, le befir û quřda sefer nakirê». kałekanî depê kirdim. be kabrayekî sipardim, gutî: «ta degate syawma herçî beserî bê letoy dezanim; min ḧacî şêxem û demnasî». le řê befrêkî zor gewre dayda. ta geyştîne gund, befir le ejnoy deda. małî kabra hawřêm teř û tarîk û teng bû, zorîş sard bû. çûme mizgewt; mizgewtî zor xoşî qedîmî be xiştî sûr. xiłkêkî zor le dewrî sopey zelamî nêłdiraw danîştibûn.

- kake to melay?

- bełê.

- serçawan. de’emřo pêşniwêjîman bike.

pêşniwêjîm kird û du’ay zorim le paş nwêj xwênd. şew kabrayek birdimîyewe mał bo şîw xwardin. hatînewe û le mizgewt xewtim. beyanî ke çawim kirdewe, dewrandewrî mizgewt danîştibûn. kabrayek hate qise:

- mela gyan bo deçîte ew xware? çi dekey?

- dexwênim.

- paşan debî be çî?

- debme melay çak.

- ewdem çi dekey?

- debme mela le gundêk.

- deca kakî xom ême toman bedłewe nûsawe; her le êstawe pêt řazîn.

- axir...?

- axrî nawê. carê ba qisekanim tewaw kem: mał û biznezawit dedeynê. doy bixo, karekeşî bo xot. zekatîşt le deẍił û danewêłe dedeynê. ha! dezanim dełêy minî bê jin çon mał bexêw kem? ḧewt řojan biço ser řêy kanî, her kiçêkit keyf girtî lêt mare dekeyn. bexuday dezanim kiçî min hełdebjêrî. çunke le hemû kiçan cwantire. min nawim biraymaẍaye.

- aẍa beřastî ewî gutit le serî min zyade. bełam birayekim le ’êraqe; daykiman zorî peroşe; deçim deybînmewe!

be hezar ziman lekoł xom kirdinewe. befir wêstabû. řêgem pirsî û leser befrî mor řûm kirde (biłesen) ke nîşanyan dabûm. ta řiçey kutrawî ḧeywanan bû xemim nebû, lewe bewlawe debefir dekewtim û nawlîngim leser dadena. le beyanîyewe ta êware debefirda tilamewe. ba befrî deser û çawî dekirdim; hêzim lê biřabû; ta lepiř tûşî şwênî segan bûm û şwênim hełgirt. leser girdêkî biłindewe gundî biłesenim dît. bexşike xom beser befirda xilor kirdewe û çûme nizîktirîn mał. çûme wetaẍêk lîngim dirêj kird û pałim be dîwarewe da. nexoşêk lewê deynałand, wa hate berçawim ke giranetay bêt. jinêk le dirgawe dîtmî û řoyşit. çwar pênc jinî dî degełî hatnewe û lêmyan deřwanî û dyar bû seyr mawin. gutim:

- xuşkim bo timaşam deken?

- o xwa şukur xo to saẍî! bira bexwa wemanzanî mirdûy; řengit le mirdû deka. řenge birsî bî.

- nexêr birsîm nîye, sermame.

gurcê sopeyan pêkird û jinêk qepe şîrêkî bo hênam. gutî pyaw le befirda gîr bixiwa, le birsan dekewê û hest be birsîyetî naka. dway şîreke nan û penîrî hêna. ewendem xward zikim hełazna. kałekanim ke le pêyan dakendibûm, depê kirdewe û herçî xułqyan kirdim çûme mizgewt û leber sopey mizgewt xom wişk kirdewe. xawen małeke ke nawî kwêxa ḧesen bû, ke zanîbûy mîwanî çote mizgewt nardibûy biçmewe; neçûmewe. melay dê birdimîyewe mał û danûy genmî damê. xwawřastan mela le min kolkemelatir bû; zorî min belawe ’alim bûm. şew le mizgewt pirsîm: «kes heye biçête ew xware?». dû kesyan gut ke çodarin û biznan debenewe (kenarwê). degełyan kewtim. bełam bizin le befir dernedeçûn; debwaye řêgeyan bo bişkênîn û zor be espayî biřoyn. hestim kird nînokî pêm janî dekird. gutyan to bige (encêne) û cê bigre ta êmeş detgeynê.

- encêne le kwêye?

- her lew pêçe awa bî, dê dyare.

le pêç pêçim xward, serbanî řeşî dêyekim dît ke le xwar hezar be hezarêk bû, hîç řêşî bo nedeçû. damqełaşte xwar, geyme parçe řeşangêk, quřêkî hênde şil bû hełxilîskam û leser berdêkî pan gîrsamewe. řwanîme xwar çi bibînim? tîşe berdêke beqed xanwîyekî sê qatî biłinde, gurgîş natwanê lêy baz da. be řeşangida be çinge kiřkê serkewtimewe, dîsan xizîmewe ser berdeke. humêdim biřa. sermaş gałey dekird. gutim ḧey ełła, xom hełdedêrim. buxçey kitêb û goçanekem hełdaşt. xoşim çawim quncand û bexşike çûme ser lêwarî berd û xom hełdaşt. lam wabû heprûn be heprûn debim. kewtim; çawim hełêna, beḧał ’asmanim le kulankeyekewe dît; hîç kwêşim nedêşa. tomez kewtûme ser befrêkî bapestawtey zor estûr. be çing berim le xom lada; le kunêk hatme der. cêge buxçekeşim berçaw hat ke debefir qupabû. goçanekeşim çeqabû. leser berzayyekewe le befrî morim řwanî, şwênêkî dirêjî qupawim bedî kird. zanîm cogeye û ewserî degate awayî. be şwên qupawda hatim. zorî nebird dwazde segî zelam le girdêkewe pelamaryan dam. destim goy nedekird ke be goçan le xomyan derkem. naçar danîştim (seg karî be danîşte û jin nîye). segel hatin le çwar dewrim ałqeyan best û çembołeyan dada. detgut hatûn ders lay mela bixiwênin! kabrayek be bêłêkewe le girdewe hat û heray kird: «hatûme yarîdet». ew be bêłewe le pêşewe û min be goçan qûn be qûnî kabrawe geyne naw dê. çûme małî; jinekey kałe û pîtawî be gesk małîm û damkendin û pelamarî agirî nêw gořkim da. kabra gutî: le agir be dûr be, newek laqit wejan kewê. to ser pencet şîn hełgeřawe, serma birdûye.

- erê kake êre encêneye?

- bełê. emma encêney sexte, ew encêney to dełêy lew dîw ew kêweye. ew şwêney toy pêda hatûy piře le wirç û gurg. bełam befir hênde zore ke diřendeş dernakewn.

le ḧesaneweda bûm, kiçêkî de dwazde sałî, kiras cawî sûr, wejûr kewt, gutî:

«westa hawêne û birîqet pêye?». (be cûlekey wirdewałe firoşî dezanîm)!

kabra gutî: «hay řezgit nêm! ewe cûlekeye yan melaye?!»

le paş nan xwardin û ḧesanewe, kabra degełma hat ta xistimîye ser řê. geyme ser kanî encêne. mindałêk wiłaẍî aw dedan, gutî: «mame debîye mîwanî ême?». her ke gutim a, wiłaxî becî hêşt û beẍar řû be małan bowe û gutî şwênim kewe. le dirgawe bangî kird:

- daye mîwanêkim bo hênay, mêwjim deye!

- ey bexêrêy; were çinge mêwjî xot wergire!

sersuř mam: xwaye lew kurdeda î wa heye bertîl deda be mindałî ke mîwanî bo berê; «ḧatemî tey» çi guwêkî xwarduwe?!...

małî xelîfe sałḧ bû. ta êware heşt mîwanî tirîş hatin ke dûyan hewałe çodarekanim bûn. cilkyan bo têweşandîn. bo nwêjî şêwan degełya çûyne mizgewt. dway nwêj le hemû małanewe nan hat û mîwan û xełkî gund le hemû xwardinekanda şerîk bûn. meclîsî mizgewt germ bû, yekê gutî:

- feqê to sibeynê meřo, pyawî şêx letîf ke lew nawe degeł pijderî şeřyane řûtit deken û se’ateket lê destênin.

gutim: ewdem deçme kin şêx letîf dełêm se’atekem le to dewêtewe.

kabrayekî sofîlkey kizûlke gutî:

- to feqê nît; to řenge pyawêkî gewre bî. feqê nawêrê biłê deçim û şêx letîf dedwênim.

zanîm ẍełetêkim kirduwe. bełam xelîfey xanexwêm qoztîyewe. gutî:

- sofî to kem famî; feqê ke qur’an le singin dyare pyawî gewren!

xelîfe çwar kuřî gewrey hebûn ke bo ałuwêr, germên kwêstanyan dekird. beyanî ke xwaḧafîzîman kird be kuřêkyanim be dizîyewe gut: «dewłet sabłaẍî girtotewe, tifeng le ladê zore û le tirsan herzanî deden. bigeye û tifeng bikře».

ke berew çemî encêne deçûyn, sofîlkey şewm dîtewe dangey biznanî deda. gutî: «feqê ewa řoyştî, bełam dezanim to feqê nebûy. nazanim detbînmewe ta bizanî řastim bîr lê kirdûyewe. xwa ḧafîrit bê». be biznegelewe hatîne ser çom; bestibûy. be berd sehołman şikand û řiçey biznanman peyda kird. xoman hełkird. şaxî heweł biznim girt û peřandimewe. ke çûme ewber le xom řwanî detgut çekmey sûrim depêdaye, le ejnomewe ta quleqape xwên dehate xwar. sehoł û sardî aw biřîbûy. hewałekanim bangyan kird:

- ême be kałe û goryewe depeřînewe; to agirêkman bo hełke.

hêndêk wişkeł û pûşim le qisnêk hêna û agirim da. qaçî nîwe sermabirdûy sê beş qełaştû, ca were jan bika... kewtîne řê. leber befir řê dyar nîye. be şwên beřazanda çûyn; be ser koxêkda kewtîn, tenya małe be bendenêkewe. xuşk û birayekî lê dejya. zoryan bexêr hênayn; mêwij û gwêz û hencîryan depêş kirdîn. kuřeke deygut: xewnim dîtbû tirê sipîlkem dexward; zanîm ew befre qurse debarê. eger dexewda tirê řeşke bixom baran debarê. hemû jyanyan řezêk bû le binarî gundî (wirçek) û le dinya terîk bibûn.

beyanî awa bûyne dîwî ’êraq. nefesêkî asûdem hełkêşa: «oxey leber ḧukmî ’ecem xelas bûm...». paş nwêjî şêwanêk, be biznegelewe řûman kirde gundêk (bêwre) yan (bêwran)yan pêdegut. ḧeşir û ḧelela bû; dyar bû şêwawe. jinêk gutî: «zû biřon lêre memênin, hawarî ser û małe». taze bo kwê biçîn? bizniman kirdine ḧesarêk û çûyne mizgewt. mizgewt le xełkî gund cimey dehat. melayekîş benawî mela ’ezîz be dingî berz deygut: «min małî xom řagwêztuwe, êweş hełên heta nekujrawin û tałan nekirawin û xanuwekantan nesûtênrawe». kes hoşî ewey nebû cwabî siławman bistênêtewe. mesele çîye? pirsîman, gutyan şêx letîf degeł pijderî şeřyetî; gundî timtimanî sûtanduwe. em gunde ser be şêx letîfe; emşew pijderî le tołeda deysûtênin û tałanî deken.

carcar tiř û top be kar dê. demzanî eger ewan be qisey mela biken, ême serman bê kiław demênê. qisem le demî mela qoztewe, gutim: bira bo şikayetî polîs naken? gutyan şikatman kirduwe, nawêrin be şew bêne hawarman.

- boxotan çektan heye?

kewtine bijardin: bełê sêzde tifeng wiçwarsed fîşekman heye.

- biram kes neřwa. biçin dû agir le dewrî dê bikenewe û xotan leberî damenîşin. deste deste kêşk le dê bigirin û ta sermatan bû werne ber agirî mizgewt û deste bigořn. heta hêrişber neyete ber sêrey tifeng, teqeyan lê meken. emşew be çwarsed fîşeke detwanin xo biparêzin. eger tenganeştan bo hat. ewa min ḧazirim sed pişderîtan bo bikujim!

bû be hera:

- mela ’ezîzî xwêřî! to kêwe deçî biço. em kuře ciḧêłe gewreman bê û be qisey ew dekeyn!

serit neyeşênim, tewawî şew lenaw lêfey zorî mizgewta xewtîn û kes nehat bo pişderî kuştin bangim ka! beyanî kabrayek birdînye małe xoy. jinan şanyan maç dekirdim, ke eger toy wa aza û řeşîd!! nebay małwêran debûyn. bo yekemcar piławsawarêkim xward ke ta êstaş tamî lebin didanim daye. hawarçî leşkirî şêx letîf geyne gund û becêman hêşt û bo êware geyne (kenarwê) ke małî her dûk hewałekem lewê bûn.

şew le małî hewałêkî çodarim mîwan bûm. xesûyekî pîrî zor naḧezî hebû. lêy pirsîm:

- kake mela, řaste dełên kesêk diłî cîranan bêşênê, le qebra debête meymûn?

gutim: na daye gyan, xuda dû car kes nakete meymûn!

jinî kabra ciḧêł û cwan bû. nazanim le xoşî hatnewey mêrdekey bû, yan keyfî be min dehat, tewaw diřdongî kirdim. herçend cêgeş hebû, lêfem bird û çûme mizgewt ke le beła bedûr bim. sibey ew řoje betenya milî řêm dagirt. le řêge tûşim bû be tûşî dû polîsî kurdî ’êraqîyewe. demewîst xom wek xełkî wiłat nîşan dem; gutim: mangû nebin!

lêyan pirsîm: kwênderî?

- xełkî kenarwêm.

polîsêkyan pêkenî, gutî: dyare xełkî êranî. biřo karman pêt nîye. bełam mełê mangû nebî; seyrî dełêy!

geyştime qawexaney ezmir; şeş çam leser yek xwardewe. kabrayekî qułexřey mîwan, lêy pirsîm: çi karey? qaweçî şanî girt û fiřêy da derê; gutî: ḧeqit çîye le muşterî min depirsî?

pûłî êranîm bo deřêna, pênc qiřanîyekî hełgirt. le gwêje serkewtim. tûşî karwanêk bûm deçûne silêmanî. lenêw qisanda tarîfî espeřeşî şêx letîf bû, ke zoryan mubaleẍe têda kird. pyawî sade û deştekî, desełatdaran zor lewe zyatir debînin ke hen. tenanet bas geyşte ewe ke tajîyekanî şêx letîf nîweřoj û şêwyan her piław û goşte; hêndêk deyangut birya tajî şêx bûynaye!

êware direng geyme naw şar. le diłda biřyarim dabû biçme ḧucrey mizgewtî gewre û bibmewe feqê, bełam demzanî lewê îstiraḧet nakem. zor mandû bûm; no řoj bû bew hemû derdewe beřêwe bûm û le ḧepsîşewe hełatbûm. ba emşew biçme misafirxane. le kabrayekim pirsî:

- misafirxane le kwêye? bangî kirdime lawe gutî: biłê hutêl; misafirxane qaçaẍe.

birdimî û le dûr hutêlêkî nîşandam; birdyanme wetaẍîkî dû textî; kesî tirîş nebû. serma bû; gutim agir, gutyan nîmane, eger xot xełûz bikřî bot degeşênînewe. be xełûz xom germ kirdewe. şew mîwanêkî tir bo textî dûhem hat. lawêkî bê mûy cwançakî şazde û ḧevde sałe, be tifeng û fîşekdanewe. her ke zanî melam, hełîpêçam nuştey bo binûsim kîjêk ḧezî lê bika. têm geyand ke min lew melayane nîm.

şew de timenîyekî êranîm da be xawen hutêl, çwar pencayî damê û çûme qawexane. her pencayyekanim hełgêř wergêř dekird û demxwêndnewe û zorim pê seyr bû. neşmidezanî beranber be çend pûłî êrane.

xeyałat birdibûmîyewe. heyaran le bokan bîstiman ke şarî pênciwîn be bûmelerze wêran buwe. kabrayekî şa’îrî pênciwînî be nawî «muftî» ke carêk le bokan le katî nexoşîmda serî dawim, to biłêy lêre nebê? dey sa çon bwêrim û le kê bipirsim? dû kes le nizîk min textyan dekird. be nûzeyek le yekyanim pirsî:

- to muftî tûtin denasî?

- na, naynasim.

ewî tir gutî: kuře ew kabrayey le cadey taze dûkanî heye, bo çîte?

- bo hîç, her pirsîm.

dełên xinkaw pelamarî pûşîş deda. min ke awareyekim lem şareda kes nanasim, emeş her başe. deydozmewe.

şew hewałekey hawwetaẍim gutî: sibey se’at pênc deçme ḧemam, to nayey?

- ay dexîlit bim becêm mehêłe.