be berzanewe

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  1294 Dîtin
be berzanewe ...
saye şêwey kên, be berzanewe?
a beřêzey řaz, lêw gezanewe
min be řengî zerd çûn xezanewe
ew perî řuxsar peryan şêwe
min dił hezar zam ew perê pêwe
ew silêman text, demax çûn dara
min ten mat ne xak çûn sengî sara
take ew yekcar perwazî naz bî
min sed car ne ten gyanim perwaz bî
delîl şo waçe bew ḧał nezane
gunaman çêşen; ey leb gezane