îmşew ce xawda zułf dêzê dîm

Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
 1 Xulek  1003 Dîtin
îmşew ce xawda zułf dêzê dîm
çûn syamaran serawêzê dîm
şyam, horim girt min be nezanî
nimez ew qatił deway gezanî
tîjter ce ełmas qulabiş saza
yek zeřey tenim nastiş be aza
řoḧ ce tawyay zamî gîr û gaz
perê asayş ama we perwaz
watiş mer bişûn, dûr ginûn lêşan
zamî gazî mar metawwu kêşan
ew dî hem berdiş ser ne dehanim
řa gîr bî, perê řoḧî řwanim
ew ce êşî zam hayley qatił
wêş ce perwazî ew kerden batił
bey gişt zamewe şî wetenim da
be tenî piř derd, xem wetenim da