...?

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 3 Xulek  638 Dîtin

her kes xoy le şwênêk dozîwetewe, ewîş xoy le awêneyekda dozîbowe. eger kesêk lêy pirsîba çend sałe dew awêneyeda dejî? bê şik deykut çend hezar sałe. eger lêyan pirsîba çon yek kes detwanê çend hezar sał bijî, xêra deykut ke bab û bapîrekanim mirdûn, temenî ewanîş be min geyştuwe.

ew awêneye gewretrîn şanazîy ew bû. katêk le beraberî řadewesta, ne birsyayetîy lebîr dema û ne tînwayetî. tewawî fikir û zikirî ewe bû ke bitwanê ew awêneye biparêzê. eger hestî kirdiba şwênêkî awêneke jengî hełênawe, heta pak pakî dekirdewe, aram û qerarî lê hełdegîra. neydehêşt tenanet hełmîş le řuxsarî awêneke binîşê.

ew pêy wabû her xoyetî û awênekey. neydezanî ke le şwênêkî nadyarewe çawyan tê biřîwe û sêrey leser hełnagirin. herçend hîç zyanî bo ewan nebû, bełam ewan pêyan xoş bû ew ẍirûrey biřûxênin, deyanzanî tewawî hîwa û humêdî, awênekeyetî.

***

agay le hîç şitêk nebû. xerîkî xawên kirdinewey awênekey bû; lenakaw dengêkî yekcar tund řay çiłekand. detkut be çend destan berdêkî gewreyan be awênekeda dawe. dway nîştinewey tirs û lerzekey, çawî hełêna; wek şêtanî lêhat, awêneke bibû be çend parçe. çawî le awêneyekda bû, destî le awêneyek, pêy le awêneyek û...

xoy nedenasyewe. detkut berdeke we xoy kewtuwe û let û petî kirduwe. ew xoy hemîşe wek kesayetîyekî pitew dîbû, bełam êsta, ke çawî le xoy dekird, tirs daydegirt. wek caran wîstî lepêş awêneke qedem lêda. hengawêkî hełêna, bełam destî le layekî dîke debzût û çawî deyřiwanîye şwênêkî dîke û hîç beşêkî leşî, beşekey dîkey nedegirtewe.

xêra le awêneke nizîktir bowe. beşêkî şikawî hełgirtewe û leser cêgay xoy danawe. keyfî saz bû. pêy wa bû be asanî detwanê pêkyanewe nêtewe. bełam legeł kurtitrîn cûłe, ser le nwê ew beşe kewte ser zewî. hîç çarey nema. destî kird be giryan. herçend hîç kes agay le giryanekey nebû, bełam eger çawîşyan pê kewtiba, le cyatî ewey řuḧmyan pêda bê, pêkenînyan pê dehat. çunke lew awêne şikawaneda bibû be şitêkî seyrusemere. ke le giryanekey bowe, piřî da berdêkî gewre û heřay kirde ewla û ewlay. hîç kesî bo nedozrawe. neyzanî kê bûn berdekeyan hawîşt. ewende be şarezayî xoyan şardibowe, detkut beşêk bûn lew temene çend hezar sałey xoy. axrekey zanî geřan bê faydeye. ewan her ke awênekeyan şikandibû, řoyştibûn. zanîbûyan ke taze natwanê be xoy binazê.

geřawe lay awênekey. biřyarî da bîparêzê. desmałekey caranî hełgirt. wîstî jengî goşeyek bisřêtewe; bełam hêşta tewaw nebbû ke çawî be jengî awênekey dîke kewt. bo lay emyan çû, bełam ewî dîke û ewî dîke.

îtir lew řojewe kar û pîşey her eweye. bełam herçî deka, natwanê pêş bew jenge bigrê û detirsê řojêk bê û xoşî lenêw ew jengeda win bê.