mizgênî

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1186 Dîtin
ke bay şwan
mêgelî hewrî hełpêça,
de bilwêrî birûskî tûřand.
 
bêrîy siruşt,
setłî zewî
tejî kird le şîrî hewr.
 
we min qaspeqaspî kewm
le dawênî hewarî diłim,
gwê lê bû.
 
piř be gerûm
hawarim kird:
bexêr bêyewe ey behar!