jîn

pêşkeşe be bawkî xoşewîstim ke le katî řawda koçî dwayî kird
Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  626 Dîtin
le seretay awa bûnta
ey hetawî xoşewîstî
wekû dił ledwa bî wa bû
hemû řojê... hemû şewê
ehat tozê azarekanim bisrewê
wenewzê bem
ehatît û gułbaranî bałay xemekanimit
ekird.
sirit exsite ser tasem
basî jyanî serbestî û
dwayîn jwangey ser şaxt bu ekirdim
bełam katê řazî nihênîy em jwanem
lay şaxekey «qişłaxNava taybet» dirkand
hênde girya
hêndey awat bew xewe xwast
destî daye êxey xoy û
kirase sipîyekey berî, serta be xwarî
dadřan
le dirzî kirasekeyewe
seyrêkî nêw sing û berokî řûtîm kird
hezareha çepke gułî şox û nazdar
le cêgay to seryan hełda
her ew sate biřyarim da
heta heta
yad û taset le şî’irimda
henase ba
bîr le koçit nekemewe
her çen carê le şî’rêka
bitjyêmnewe
toyş wek diłnya bûbêtî
le hemû katêkma ejît
wirde wirde jyanî nêw xewekanit be cê hêşt û
leser singim hêlanet kird
boye singim bonî mêhir û hîway lê dê
hetakû dê xoretawî xoşewîstî
leser lûtkey bîrim hełdê