bîrewerî

Li pirtûka:
Geşey Ewîn
Berhema:
Jîla Ḧiseynî (1964-1996)
 1 Xulek  1068 Dîtin
ke şořebî
pirçî xawî baweşên ker
ekate peykî nameber
guławî maçêkî şîrîn,
ekate dem xakî diłber...
katê hetaw
milwankey zêř, ekate mil şaxî yaxî
be dem sirûd û goranî û hełpeřkêwe
kirasêkî zerd û sûrî awdamanî ekate ber...
diłî xozgem
be awatî gułêkewe da’exurpê
le êwarey zistanêkî kip û monda
tikey awingî tenyayî
tikaye ser gonay ahengî hełpeřkê
pirçî kałî tasekanî, bûn be destimałî ser çopî
diłî tengî bû be xełatî kêberkê!