dawa

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1407 Dîtin
katêk şê’rî xoşewîstîy to denûsim
—dest be tika—
 
wişe dway wişe çaweřên,
de pêm biłê: emin kamyan hełbijêrim?
xak, nîştiman, wiłat ya zêd?
 
katêk fikirî dûrbûn le bałay to dekem
—dest be tika—
 
yek bedway yekda çaweřên,
de pêm biłê: emin kamyan be cê bêłim?
jan û azar ya derd û êş?