ẍeyrî ḧesret nîye bo min semerî baxî jyan

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  745 Dîtin
ẍeyrî ḧesret nîye bo min semerî baxî jyan
kes be diłya neçzê bem siteme daxî jyan
piř le jan kes wekû min bo ẍem û mîḧnet nejya
tif le çarey min û şikłî bedî gustaxî jyan
zor be daxe diłî meḧrûmî min û małî řeqîb
gutî şu’ley şerefî şemsî be perdaxî jyan
bo řeqîb kuncî ẍeman gencî cîhan û bo min
afete marî şewî hîcrete nêw kaxî jyan
pêm le zencîrî ẍema ta be qyamet bende
ey xwa çon bigeme lutkeyî serşaxî jyan
dû zimanî le minî yekdił û řengî têk da
ke le nermanî emel kewtime nêw řaxî jyan
tahîrNasnava edebî ew dîdeẍezałe ke be seyyadî nebûm
witî bin herdî cefaye û sebebî axî jyan