weten

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  1297 Dîtin
ey diłim ayeney cemałî weten
ḧał û małim fîdayî ḧałî weten
bulbulêkim be neẍme û aheng
gułşenim pûş û diřkudałî weten
be weten swênd dexom çi řoj û çi şew
buwete zîkirî diłim xeyałî weten
hîç xwerakê nîye lelam xoştir
wekû nanî ziřat û gałî weten
cennetim kêw û berd û darî wiłat
surmey çawekem zuxałî weten
nafroşim be genc û tac û text
sêberî wek humay bałî weten
şewnim û sewze û gułałe û guł
duřiř û zumřiřut û le’lî ałî weten
diłekem boy birêşkeye be xuda
wekû mindałî xom minałî weten
kanî şîlane taş û sextî çya
beḧre yam kosp û kêw, çałî weten
bay zelanî wekû nesîmî beheşt
ca were seyrî bay şemałî weten
bopřûzim le cerg û dił hesta
dîm ke firmêskî çawî kałî weten
wekû şêt dame kêw û deyrî bûm
min leber derd û nałenałî weten
xałî xûban le mîske ya ’enber
çîye tahîrNasnava edebî ke sûre xałî weten