mełên min muşterîm çun bextî wek mîřřîxî bedfercam

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 2 Xulek  701 Dîtin
mełên min muşterîm çun bextî wek mîřřîxî bedfercam
qîřanî hîcrî damê key qerînî zuhreyî zehram
enîsî ah û nałînim celîsî narî ḧîrmanim
řefîqî eşkî ḧesret xaknişînî meynetî dinyam
emin gencî wefam wa xêłî yaran bûn be maranim
emin çawey sefam nuqmî dyarî zułmetî e’dam
kuřî mensûrim ey yaran cuneydî ’esre meḧbûbim
be řef’î min le serdar bote yarî dijminî ednam
be wesłî fesił û fesłî wesił û noşî nêş û lesmî sem
le baẍî diłberan bê beş le cem’î ’aşiqan bê tam
mełên yaran zelîl û řenc be bad û xasîr û muflîs
le gułzar û dyar û yar ’eyşî wesłî diłber mam
be em derdane řazîm ger wekû saḧîbdiłan carê
bizanim hawsiwałey kelbî qapî ẍewsekey beẍdam
ełê: řefřef minim fexrî beşer pêy naye ser şanim
lebo xetmî nubuwet min řefîqî leyletul’esram
ełê: neclî ḧesen mîxde’ meqamî mertebey qurbim
ełê: pêm naye ser mil cumle pakan ẍews û şahenşam
ełê: sîřiřim eger derxem letawî agirî dozex
ebê xamoş le sîřřî ḧałetî piř şořş û ẍewẍam
ełê: sîřiřim eger derxem le mirdûy konî sedsałe
be îznî zatî ḧeq gurc hełdesê û gurcane dê bo lam
segî dergahî ew şahenşehem tahîrNasnava edebî ke ber qapî
ewm ger des kewê sakîn le sedrî cennetulme’wam