manewe

Li pirtûka:
Zewî Sext û Asman Dûr
Berhema:
Marif Aẍayî (1966-1998)
 1 Xulek  1657 Dîtin
em xoşewîste diłřeqe ’îşq perwerey
ne detwanim wekû kîjêk bîxeme paşterkî esp û
lejêr sayey zêřewşanî tirîfey mangeşewêkda hełîgirim,
ne deştiwanim hergîz diłî lê berdem û
xom gîrodey kolkezêřîney şwênêkî dîke bikem
nawî: xake
 
em deryayey
ne detwanim le camî çawekanmida řaygiwêzim û
ne deştiwanim le dûrîy ew
le uqyanûsî hîç şwênêkî dîkeda qume awêk
bixomewe,
nawî: xełke
 
min dezanim daristanî hemû şwênêk,
cirîwey germî çoleke û
řûbarî hemû wiłatêk,
dengî tavge û řengî kef û pêç û penay řêgey berew
deryay heye,
bełam çibkem, lêre nebê,
ne gwêm çakyan debîsêt û
ne çawim çakyan debînê û
ne gyanim çakyan hest deka.