becêye ey řefîqan ger bedił medhoş û şeyda bim

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 3 Xulek  959 Dîtin
becêye ey řefîqan ger bedił medhoş û şeyda bim
sizaye ey ’ezîzan ger be gyan weylanî beyda bim
be şeydayî çi xoşe hawinşînî askekey beřiř bim
be weylanî çi çake hemqerînî weḧşî sara bim
le pê ta ser lîbasim ẍerqî nîlî hîcrî meḧbûbe
sizaware ke ẍerqî nîlî wesłî ew serapa bim
leser teslîmî gyan sinkî milim tewsîmî îslame
le to her çatirim zahîd be sûret gerçî tersa bim
cefay nêşî muẍeylanim sefay noşî muhennaye
wekû mecnûn eger îḧrambendî tewfî leyla bim
ke teyrî dił esîrî damî zułf û daneyî xałe
be azadî geyîştûm ger be sebrî ḧebsî aza bim
be kiłpey agirî ḧîrman desûtê xermenî ’eyşim
diłim katî munacat her ełê: ya řebbî her wa bim
be bêhoşî ebê tey menziłî piř diřkudałî xem
pirûskêkim beşî diřkêke ger yek leḧze wirya bim
le zułmatî ẍema penhan minim to awî ḧeywanî
ḧeyatî ’aşiqan her toy çi ḧacet min huweyda bim
biła ba nuqmesarî tûnî qûłî řenc û meynet bim
cîhanê dête nałîn yek zeman ger bende peyda bim
şewî tarîkî hîcran taqe estêrey kelî zarîm
xewî řaḧet eçête çawî xelqî ger min awa bim
le dîqî sûdî mayey piř zyanî ’îşqî ew yare
nemawe hîç ’îlacim ba enîsî daẍ û sewda bim
byabanêke piř xof û xeter řêy ’îşqî nazaran
gyan dernakem ey yaran çi bê gwê bim çi pirsa bim
lebo ḧellî mu’emmay xulfî we’de û sîdqî bedqewlî
heta meḧşer le bîr dam ger çî nadan ya ke dana bim
le gencî wesłeket mayem sewadî wechî dareyne
biła ba lem sewade beşderî sewda û suweyda bim
lekin ew nakese eş’arî min şîrî cîger paçe
çi wek teyyanî namewzûn û çi wek seḧbanî şîwa bim
yemînim nayrey ḧîrman, yesarim gomî firmêske
lenêwan aw û agir çon debê bê şwên û mawa bim
le aqarî mecaza xul dexwa em çeşne guftare
deba bo řêy ḧeqîqet şa’îrêkî ’arfasa bim
desa ba kem xerîkî bîrî xaw û şî’rî nařes bim
desa ba kem le dawî teb’î pest û tem’î bêca bim
le sûret her kedûret hełdesê danîşe ba carê
wekû ehlî sefa fermanberî erbabî me’na bim
be îxlas hawsuwałey kelbî qapî ẍewsî e’zemNava taybet bim
be řastî hawpyałey řendî dergay pîrî beẍda bim
le ziştî lewnî tewrî piř le cewrî nefsî bedfeřma
be dîcley lutfekey çak xom bişom û cwan û zêba bim
le xiłit û xewşî wîzir û xak û pûşî me’sye û tawan
le ’îşwey çawî derbanî wekû duřřî museffa bim
le sibẍey mîhrî ew şahenşehe beş wergire tahîrNasnava edebî
ewe neqşî ḧeqîqet, sa mełê wek neqşî dêba bim