bêber buwe le cewrî zeman nexlî arezom

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 1 Xulek  691 Dîtin
bêber buwe le cewrî zeman nexlî arezom
’umrêke řenc ekêşim û êstake řenceřom
eyyûbî em deme minim û sebrî bê semer
bêzarî kirdûm le dewamî ḧeyatî xom
zor bûm dexîlî ’arf û ’amî û negeyme yar
bo neylî em murade xudaya dexîlî tom
ger to penam nedey le cefay yarî bê wefa
agir deçête kiştî muḧebbet le suftu som
řastim wekû xedengî mujet, çewtî wek birot
wek şuhretî cemałî eto řast bê dirom
bê guftugo ser û dił û dînim be to sipard
lay to nema ne bas û řaz û ne guftugom
ta buwete secdegahî min ebrwanî to
desniwêj be xwênî germ û negirsawî dił deşom
boy bo piřûzî cerg û demey dûkełî nefes
daym le leme boye dił arame řeng û bom
tahîrNasnava edebî le cewrî xizme ke bêgane meşrebim
em ’alemey ewanî tyan,, bende lêy deřom