59- ḧeşir

Li pirtûka:
Qur’anî Pîroz Be Kurdî
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  717 Dîtin

we naw xuda ke dehnide û dilovane

1) her be pakî û bê ’eybî xuda hełdełên, herçî le asmanekan û zemînda hen; her xoy xawen destełat û lekarzane.

2) ke her ewe komełî pê nezananî, lewaney ehlî kitêb bûn - le wedernanî hewełda - le zêdî xo tere kirdin. êwe pêtan wa nebû ke der dekewn; xoşyan wayan xeyał dekird qełakanyan le xudayan deparêzê. xuda le şwênêkî wawe parêzî birde ser ewan, ke le xeyałîşyan nebû. way tirs hawîşte diłyan, małî xoyan bedestî xo û bedestî xawen baweřan, kawil dekird. sa êwe ders wergirin, ey giroy xawen awezan!

3) eger xuda awareyî le ser ewan nenûsîba, her le dinya tûşî azarî dekirdin û lew dinyaş beşyan azarî be agir bû.

4) emeş çunke ewan dijî xuda û pêẍemberekey bûn. herkeş dijî xuda û pêẍemberekey ew bê, tołey xuda zor dijware.

5) her darxurmayektan biřî, yan lêy geřan leser řegî xo bimênin, hemûy be îznî xuda bû; ta ew le řê laderane tûşî sûkayetî bika.

6) her tałanêk le danîştûy ew gundane ke xwa day be pêẍemberî, ewane nîn ke êwe be swarî esp yan be wiştirewe boy çûn. bełam xwa pêẍemberanî - eger ḧez ka - leser her kesê zał deka. xwa bo hemû şit twanaye.

7) her tałanê le danîştûy ew şarane xwa bo pêẍemberî narduwe, bo xuda û bo pêẍemberye û bo xizme nizîkekan û hetîwan û hejaran û řêbwarane; nek bibête sermayey ał û gor kirdin le naw dewłemendekanû; herçî pêẍember dewdatê, lêy wergirin; le herçîştan bê beş ka, destî bo meben. debê le xuda bitirsin; ke tołey xwa zor dijware.

8) [ew tałane] bo ew hejare dûre wiłataneye, ke le mał û zêdî xoyan der kirawin; çawenořî behre û řezamendî xwan û yarîdey xuda û pêẍemberekey deken; ke emane řastekanin.

9) ew kesaneş ke ber lewan le medîne nîştecê bûn û be dił biřwayan hêna, ḧez bew awarane deken ke penayan pê hênawin û be diłîş êreyî naben bewey ke bewan dirawe û ewan le pêştir dezanin, her çend dest tengîşyan heye. kesanêkîş xo le řijdî deparêzin, ewane řizgarekanin.

10) ew kesaneş ke le dway emane hatûn, êjin: ey perwerindeman! le ême û lew birayaneman wa pêş ême baweřyan hênawe, xoş be; kîney ewan mexe dił baweřdar bûn. ey perwerindey hemûman! toy diłsozî û dilovanî.

11) edî netdî dûřazekan be hawsunfekanî xoyan - lewaney ehlî kitêb û dijî dîn bûn - gutyan: er êwe der kiran, bêgumane êmeş weltan derdeçîn û hergîz be zyanî êwe gwêřayełî hîç kesê nabîn; eger de gijîştan řaçûn, ême yarmetîtan dedeyn. xwaş şayete ke ewane diroznin.

12) dyare eger derîş kiran, ewan degełyan der naçin; eger welîşyan bicengin, ewan yarîdeyan naden; xo eger yarîdeşyan den, piştyan tê deken û hełdên; le paşanîş kesê de hanayan naye.

13) bê guman diłyan le êwe pitir detirsê ta le xwa; çunke ewan kesanêkî wan tê nagen.

14) be têkřayî ewan be gijtanda nayen, megîn lenaw ew şaraney qełay zor pitewyan heye; lew dîw dîwaranewe. nakokî tund kewtote nêwanyanewe; to pêt waye be komeł yekyan girtuwe, bełam diłyan lêk biławe; çun emane merdimanêkî nefamin.

15) wek ewaneyan beser dê, ke pêş ewan - bem zuwane - akamî kirdey xoyan çeşt. ewane azarêkî bejanyan debê.

16) wekû şeytan, katê be binyademî gut: xwa menase; wextê le xuda tekyewe, gutî: lêm nizîk mebewe, min lew xudaye detirsim perwerênî giş dinyaye.

17) ser’encamî herdûkyan her eweye ke tahetaye, le agirda demênnewe. sizay naheqan emeye.

18) ey gelî xawen baweřan! eşê le xuda bitirsin; ba her kesê bênêtewe berçawî xoy, bo sibeynê çey we pêşe xoy xistuwe û tiristan le xuda hebê. xuda le her karê deyken agadare.

19) neçin wekû ewane bin ke xudayan lebîr kird û xwaş ewanî lebîre xoyan birdewe. ewane le řê laderin.

20) ew kesaney cehendemîn, wel ew kesaney beheştîn, wekû yek nîn. her ewaney le beheştin, bextewerin.

21) eger ême em qur’anen nardibayete ser kejêk, to detdî ke dahatuwe û le tirsî xwa let let buwe. em nimûnane bo merdim dênînewe, beşkû ewan řabmênin.

22) ew xudayekî ewtoye ke ẍeyrez ew kes bo peristinê nabê; le nedyar û le dyaran agadare û diławaye û dilovane.

23) ew xudaye - ke lew beder şyawî peristinêk nîye - padşaye; le kemayesî be dûre; serçawey hêmnayetî, hêmnî dere; beser hemû şit řadega; giş destełat bedes ewe; beser hemû şitda załe; hîç şitê derostî naye. pake xuda lew şitaney ewan deykene şerîkî.

24) her ewe xuday wedî hênî dahênerî wêneger; nawî here cwan bo ewe; her şitêkî le ’asmanan û zemîndan, pesnî pakî ew deden û her xoyetî bedestełatî lekarzan.