xurşîdî řuxt cana me’lûm û huweyda ke

pênc xiştekî leser şî’rî sadiq
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 4 Xulek  571 Dîtin
xurşîdî řuxt cana me’lûm û huweyda ke
em ’aleme wek mecnûn dêwaneyî seḧra ke
sed mûsîy ’îmranî mexmûrî tecella ke
egrîceyî mîqrazit pexşan û muhîya ke
perguł bike poşînit, gêlgêle be serda ke
enwarî meh û xurşîd, ’eksî řux û sîmate
şimşadî beheştî hem bendey qed û bałate
cemşîdîTeksta ne aşkira diłim daẍî li’lî lebî sehbate
hewrî řeşî lê lade lew gerdinî mînate
narincî memit çespî nêw suxmeyî xara ke
der baẍçeyî sînet teḧqîqe nîye kesrê
keç nabê yeqîn ke’bey dił barê îzin bidrê
ta gurgî řeqîb û hem şeytanî ’edû bimrê
bermûrî derit ba bê qubbey kemerit bigrê
deswane û xiřxałit yek def’e be desda ke
gerdî řehî eqdamit tacî serî sułtane
serberzîye lutfî to bo ’aşiqî dêwane
to padşeh û ’alem yekbare nîgehbane
fermû serî ew bane, destit le kemer dane
her wek minî dêwane em ’aleme şeyda ke
řuşkî hemû ḧûrane mînayî sîmîn saqit
dunyayî řuxî xubî nûrîne be eşwaqit
bazařî şeker emřo şîrîne be exlaqit
hatûnete ser seyrî bała, sefî ’uşşaqit
hengameyî ẍewẍaye ew bezme temaşa ke
eskenderî diłha bê der çahî zenxdanit
meḧbûs û perêşanin bo çeşmeyî ḧeywanit
sed şahîdî ken’anî kewtûnete zîndanit
hatûmete meydanit řoḧim keme qurbanit
bew ’eskerî mojganit ferman bide hîlake
meddaḧî gułî řûtim, wek bulbulî gułzarim
řeḧmê bike bem bende tuxuda bese azarim
aşufteyî zułfî tom şêwaw û birîndarim
řengîn bike pencet be xwênawî diłî zarim
sibḧey ke qyamet dê şahîd nîye ḧaşa ke
lem saḧetî ’uşşaqe boçî kas û řewtî?
lem meclîsî řendane boçî xwêřî û dem çewtî?
hênd tałî wekû ḧenzel, bî’eyne dełêy cewtî
sofî çîye mil çewtî, qed qametî mizgewtî
heste biřo ser seyrî qed qametî ře’na ke
min kote û bêçare, ew serwe diłî birdim
bêsûde dełê qîsset, çî dîke meke ’erzim
bê maye û nabûtim, mebhûtî ẍem û qerzim
min şêtî perî terzim, ew dêt û deda we’zim
kake were deskenney řîşî fişî mulla ke
tesrîfî bînay ḧusinit tekmîlî be teḧwîle
mefhûmî kelîmatit şayste be tescîle
tehzîbî xetî lêwit teşrîḧî be tefsîle
muxteser egrîceyî ew zułfe mutewwîle
her şew be çiray kułimit teḧqîq û mutała ke
manendî demî tengî gułxunçe nîye ḧaşa
terwîcî be duř dawe dindaneyî leyla
muşkîne be zułfînî çun xakî xuten seḧra
hewrî řeşî řûy mangî poşîwe keçî dunya
wa řûne dełê êsta her mange şewî pake
ferhad sîfet kewtûm sergeşte û ẍemgîn dił
lem wadîye sersamim tenxeste û xwênîn dił
nezdîke bibê axir ẍerqî ẍem û esrîn dił
haw weḧşe le hîcranî ře’na gułî sengîn dił
can bê tełebim saqî, mateł mebe, aza ke
ew řûmete gułzare, zînetî de gułzare
piř nar û beye sînet wek cennetî ẍeffare
ey saqî lebaleb ke, ew badeyî gułzare
lew çayye řengidare, wek le’lî lebî yare
fincanî bilûrînit, lebrêz û muheyya ke
mutrîb were meyxane bom lêde le çing û ney
wek murẍî ẍezelxiwanim, her leḧze lebo ẍunçey
mexmûrî leb û camim, aza ke heta sa dey
bom têke peyender pey, hettakû dełêm oxey
cergim ke kune wek ney, bew şerbete îḧya ke
menwaře le řuxsarim ger zerd û peşêwawe
binwaře le guftarim wek qendî sipî xawe
řeḧmê be wîsałîNasnava edebî ke, meftûnî biro û çawe
ta bendî ciger mawe, yek def’e nesûtawe
her dem ẍezelî sadiqNasnava edebî bo diłberit înşa ke