seyrî wez’î řozgar û dewrî çerxî asman

tûtin firoştin
Li pirtûka:
Dîwanî Wîsaɫî
Berhema:
Wîsaɫî (1902-1973)
 5 Xulek  767 Dîtin
seyrî wez’î řozgar û dewrî çerxî asman
çende nahemwar û bed bû her le bextî şa’îran
’alemî xistote çahî ḧesret û cewr û cefa
seyrî ke her kes be derdêko eka nałe û fuẍan
kullî kes wek min giriftare le dawî tûtna
’alemê keř bû le dengî nałenał û el’eman
seyr ekem bo cejnî qurbanim nemabû şekir û ça
mesłeḧet waye witim se’îy bikem ta mawe can
nextêkim tûtin bû ’eynî małî xom, bo nekbetî
nextêkî keyşim kiřî hatim le qewm û xwêşekan
yekbeyek kom kirdinewe dam girtin û kirdim be bar
bem xeyałe bîfroşim ya be cehrî ya nîhan
xwa witî teqdîrî min tedbîrî toy îbtał kird
çon ebê bête mesaf řêwî legeł fîlî zeman
têfkirîm lem kareda tenbîhî tya mewcûd bû
ye’nî îtir nexłetabî dest le tûtin dey ’eyan
îşî tûtin lem zemane ey bira zor muşkîle
pyawî ’aqił xoy le tûtin nageyênî bêguman
min le la xom wam ezanî şekir û ça herzan ekem
nemdezanî ger weha debme esîrî kafran
ḧeyfê ẍeybim pê nebû emzanî îş sawa debê
çunke bo řîş hatim ewweł çî simêłîşim na le ban
hem řefîqim pyawî ker bû, ya řebî xwa bîgrê
wek minî tûşî beła kird, xoy be salim derçiwan
wek gunî hellac elerzî wa le tirsana be şew
cû le çawya eyniwan wek řostemî maznideran
bîdyaye řêwîyek ew, her le dûro řay ekird
pêm degut boç řadekey eyut leber şêrî jyan
makerêkî pê bû cêy hêşt sa’eten ew makere
zennî wa bû eykujin ew makere polîsekan
ger çî ker bû řoyînî řêy wabû her wek řewřewe
teyyî erzî pê ebû her wek teyarey asman
zahîren ker bû welê batîn le sed pyawî wekû
qale çatir bû, hem ’aqłitir û hem karzan
çunke ew ger lêy geřaye řanedewesta hîç yeqîn
bo xoy eçuwe lay mudîr û boy dekird beḧis û beyan
sa’eten basî dehêna bêdeng û bê derdîser
bo hemû kar çak bû ger werî egirt qebzey eman
ger řefîqî ker nebwaye, swênd exom qet ew kere
neydebînî derd û zeḧmet çun kerê bû nuktezan
def’eyêtir qet kerî wa nabêto bo xawenî
ker nebû, baweř bifermû, her perî bû wa cwan
nek min û to saḧêbî bełku xudaş her xoşî wîst
boye wa êsta be çakî çote sîlî salîkan
bem silûke wa dezanim mertebey dest kewtuwe
çunke wa le î’tîkafa bêt û no řoje le xan
sa’im aldihrihErebî be řoj û qa’im allîlErebî be şew
êste bîstûme ewe ser zakîre bo ehlî xan
ełbete îslamî saẍe boye wa tûşî bełay
kird û bîdatê le paşa řaḧetî baẍî cînan
gerçî xoşî řabward, xwa întîqamî lêseno
bê terîqet pêgeyî karî hemû lê bû ’eyan
gwê meder ’eyşî dinya hîçe, xozge bew kere
çunke dinya namênê baqî lebo kes ba eman
zor demêke nemdîwe lakîn hemû ’alem dełên
şukirî xalîq her eka êsteş be misîlî zahîdan
destî kewt řutbey şehadet, ew be dû sê mertebe
yek be ẍurbet, dû be naḧeq, sê esîrî kafran
keryetî qale ’eceb te’sîrî bo ew kirdibû
çunke xoy wa ker nebû, biřwa bebê nam û nîşan
beḧsî bê namûsî ew her nakirê hem tûtneket
bête řûy meydan û da’îm bîkewe wîrdî zuban
tûtnekem tûtin nebû, çî bikem xuda bo tûtnekem
saḧêbî ’etir û ’ebîr bû wek řyaḧeynî cînan
her ewendem bû le mała qazî alḧacatErebî
’aqîbet xalq ewîşî xiste dawî załman
her kesê karî xirap kird, sa le řeḧmet dûr bê
ta eka îtir xeyałî ẍesbî małî muslîman
wa ’eyane lêm emîn beg na’emînî mîllete
karî çakî her nîye û nebwe lebo ehlî cîhan
’alemî îslam le çingya zor zelîle sa xuda
bîxeye ber badî ẍezzeb, manendî qewmî ’adyan
kuştinî wacîb buwe êsta be şer’î eḧmedî
çunke bote mufsîd û hem fîtneyî axir zeman
her kesê lam bîkujê teḧqîqe destinî sewz ebê
çun ’edûy ehlî ’îlme hem cemî’î seyîdan
elḧeq êsta çake bo mewlûd be namî kelbewe
bîkujê dinya bika îtir be baẍî kasban
herwekû meşhûre îsmî bêt û em fetḧeş bika
ḧeyder asa hem le dinya boy ebête dastan
ey xoda çî bikem le çing bextî keç û hem yarî keç?
seyrî ke xoyşim keçim, bem sê keçe, namîhreban
ey wîsałîNasnava edebî min biłêm çî tûtin û ḧîmareket
herdûkî xwardin emîn beg, bote fîr’ewnî zeman