şewanî na’umêdî

Li pirtûka:
Tirîfey Heɫbest
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  761 Dîtin
emşew matîy
wek orduyekî şikawî
letînwêtya xinkawî
řêy nehatîy.
yan wek sîmay ew afretey
bêçarenus û negbetey, beroj’awa
lenakawa
lexurpeda
şûmê hewałî pê eda
ełê: ewa
termî korpe taqaneket,
gilêney herdû çaweket,
geyşte cê
bikewe řê!.
emşew matîy
wek ew řojey qiřuqatîy
hemû dinya bigrêtewe
zerdexeney lêwî jyan
beyekcarî bibřêtewe
camî umêdî dił û gyan
serew nixun bikirêtewe
awa matîy
minî tenyay goşegîrî
bo nehatî
temen kałî
derûn pîrî
jyan tałî,
girtotewe!!
awa matîy
hemû katê
leseywanî
perêşanî
gyanî mina ebate ser
wekû -exter-
çon payzî
mat û zîzî
peşokawî
tiruskey xoş lê biřawî
umêd û xozge tasawî
bo satêkîş nekirde xew,
awa matîy, matîy emşew
minî tenyay hêştotewe!
***
de ey şewî
bebê xewî
minî matem
ew awazey
piř le řazey
leser demte, meybiřewe
çunke tasem,
lebaweşî xema kifte
wek henasem.
de ey şewî
mergî newî
gułî ’umirim
qułpî derûnî zor piřim
cêm nehêłî
nekey řojim lêbêtewe
min emewê lejêr bałî
bêsamałî
tase noşî,
toy be’azar
heta mawim bimênmewe
dem behawar
bibme hawřê û hawdemî
řêgey xemî toy giriftar!
min emewê legełta bim
letektabim
letarîkîy derunta bim!
lenaw gyanî zebûnta bim!
tuxwa nekey cêm bihêłî:
deba tarîkîy emşewm
dapoşê řûnakî sibey.
deba pirsey gułî newm
xoş ka şînî ax û kispey.
deba firmêskî çawanî
na’umêdîy têr biřêjim.
deba diłim leseywanî
cwanemergîda binêjim.
tuxwa nekey cêm bihêłî:
min emewê legełta bim
letektabim
letarîkî derûntabim
lenaw gyanî zebûntabim!