řojî xeyał be diłma hat kewa bîste temen yaran

Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  328 Dîtin
řojî xeyał be diłma hat kewa bîste temen yaran
be çî meşẍuł bibim, îtir çî bê sebebî guzeran
le dway gelê fîkir wixeyał be me’îwsî diłim der kird
leber çawim nema nesret ke min emirim, îtir bê nan
ke min kesb û kar û îşim leber dest û çawim nebû
be mecbûrî bigirim kesê ke saḧêb sifrew xwan
feqet witim weha çake leser fîkir û xeyałî xom
bo ew şexse min binûsim nameyekî ’enber efşan
xeyałatî diłim hate wicud û min beyanim kird
eger min tałîbî dinyam, ebê fîkirim nebê îman
eger muḧtac û bê nanim le dinyada çye bakim
ke em dinya fanîye, wefay nîye lebo însan
şukir mezłûmNasnava edebî le fezłî xwa xerkî ḧemdye da’îm
xesaratî nîye bo kes xisus derḧeq bo musułman