min ezel nîme xułqî bê ḧeyayî û bê şerim

min û beg
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  612 Dîtin
min ezel nîme xułqî bê ḧeyayî û bê şerim
beg cenabî dû beyanî simtî wa kewte berim
bê teḧemûl, bê qerar bû destî naye destim witî
min le bo şêx û mela bendeyekî bê serim
witim ey beg bê muşeqet pêm nîşande řêy ḧerem
witî mał û gişt ḧerem pêşkeşt bê serwerim!
witim lutifit ba zyad bê, kamî lûs û bê muwe
witî ya şêx xot ezanî lem ḧisabe bê berim
’erzî mîrim kird ke simtî ře’na xanit nazke
witî saḧêb îxtyarî nazenîne hem nerim
witim ey beg pêm nîşan de to mekanî xełwetim
witî bende xadmêkî bê newaw bê feřim
ferdî mezłûmNasnava edebî ferdî ře’na şê’rî ferdî kurdîye
piř le leẍiz û piř mu’emma min şayetî naw defterm