xake pakekey berzincey diłgîr

berzince
Li pirtûka:
Dîwanî Mezɫûm
Berhema:
Mezɫûm (1916-1955)
 1 Xulek  325 Dîtin
xake pakekey berzincey diłgîr
bêşey şêrane cêy ewlya û pîr
çawgey sazgarî dawênî çya
dermanî derdî nexoşî eda
sirwey nesîmî beyanyanî zû
be şinew xende û şadî dête řû
awî sazgarî çeşmey xawen feř
şîfay derdane le luqman çaktir
çi çaw endaze welîkey nazdar
be dêmin bûne mêrg û mêrẍuzar
’emarî nok û zeřat û coye
çi xoş nîştiman bo min û toye
deng û çirîkey kewê kwêstanan
exwênê wesfî xoşî nîştiman
wextê şu’ley řoj eyda le şaxan
pirşe pirşî dûr eda le keywan
wekû awêney camî cem waye
herdem wêneyek le nawî daye
be řeza legeł xunçey gułanda
be yektir şadin leser milanda
têk ałozawin gułałe û çinûr
em be keway sewz ew be řengî sûr
nexşawî emrî zatî kirdigar
wesfî xoşîşî dûre le guftar